Li Heleb û kantonên Cizîr û Firatê civînên têkildarî komployê

Li kantonên Cizîr û Firatê û bajarê Helebê bi boneya nêzîkbûna salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan civîn hatin lidarxistin.

6 cotmeh, 2025   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li kantonên Cizîr û Firatê û bajarê Helebê bi boneya nêzîkbûna salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan (9 Cotmeh 1998) civîn hatin lidarxistin.

QAMIŞLO

Nivîsgeha Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Parka Xwendinê ya li bajarê Qamişloyê civînek li dar xist. Endamên TEV-DEM’ê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

 Civînê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEM’ê ya li Qamişloyê Sozda Osê axivî. Sozda diyar kir ku komploya navneteweyî îradeya gelên azad û bîrdoziya neteweya demokratîk hedef girtiye. Her wiha destnîşan kir ku tevî siyasetên tecrîd û qirkirinê îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan îro li Rojhilata Navîn veguheriye projeyeke ji bo çareseriyeke demokratîk.

Sozda Osê da zanîn  komplo îradeya Rêber Abdullah Ocalan lawaz nekiriye, lê belê cihê wî yê rewşenbîrî û siyasî xurt kiriye, di heman demê de îsbat  bû ku pirsgirêka Kurd tenê bi ramanên wî dikare were çareserkirin.

Civîn bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

AMÛDÊ

Bi heman armancê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Amûdê civîneke li dar xist. Civîn bi amadebûna girseyek mezin a şêniyên bajar û nûnerên saziyên civaka sivîl li navenda PYD’ê hat lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê ji rêveberên Meclisa PYD’ê ya kantona Cizîrê Aslan Qamişlo axivî û behsa destpêka avabûna PKK’ê, planên dewleta Tirk ên li dijî wê û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir.

Aslan Qamişlo anî ziman ku divê di salvegera 27’an a komployê de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were. Her wiha destnîşan kir ku komplo ku bi dehan dewlet beşdar bûn, têk çû û îradeya azad a gelan ji hemû hewldanên qirkirin û înkarê bihêztir e.

Civîn bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

ÇILAXA

Bi heman armancê Meclisa PYD’ê ya bajarê Çilaxa  bi amadebûna şêniyan û endamên saziyên sivîl civînek li Navenda Çand û Hunerê ya bajar li dar xist.

Civîn bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Bajarokê Kêşkê Yûnis Fetah axivî. Yûnis anî ziman ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan sûcek li dijî mirovahiyê ye û ev li gotinên xwe zêde kir " Hinek alî hewl didin bi rêya propagandaya şaş nasnameya Kurd ji holê rakin û di navbera pêkhateyên civaka Kurd de nakokiyan derxin. Lê belê, felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û rêgezên neteweya demokratîk li pêşiya van hewldanan girtin."

Fetah diyar kir ku dê heta avakirina civakek aştî, edalet û wekheviyê têkoşînê bidomînin.

Civîn bi berzkirina dirûşmên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bû.

TIL KOÇER

Li bajarê Til Koçerê jî civîneke li hola Navenda Hêzên Parastina Civakî (HPC) hat lidarxistin. Şêx û rûspiyên eşîran, nûnertên partiyên siyasî, komîn, meclis û saziyên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin ji rêveberên Meclisa Til Koçerê Fîdan Dîlan axivî û got, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan yek ji mezintirîn komployan e ku hêzên otorîter ji bo jiholêrakirina projeya wî ya demokratîk pêk anîn.

Fîdan Dîlan destnîşan kir ku ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan ji gelên azadîxwaz re bûye rêbazê jiyanê. Di dawiya axaftina xwe Fîdanê anî ziman ku dê ramanên Rêber Abdullah Ocalan biparêzin û bi awayekî firehtir belav bikin.

Civîn bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

KOBANÊ

Bi boneya 27`emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya ku di 9`ê Cotmeha sala 1998`an de li hemberî Rêber Abdullah Ocalan pêk hatibû, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê civînek li dar xist. Civîn bi dirûşma "Bi avakirina jiyaneke aştiyane û demokratîk, em ê komployê têk bibin" li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê hat organîzekirin.

Di civînê de bi sedan şênî amade bûn. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di serî de cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer li ser Komploya Navneteweyî axivî û wiha got: "Em bi dirûşma ku "Kes nikare roja me tarî bike" dema me di komployê de qîr dikir ve girêdayî ne. Di bin vê dirûşmê de welatiyan canê xwe feda kirine, em wan şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li hember giyanên wan ditewînin."

Koçer got: "Rêber Apo ji bo azadiya gelên bindest, kole û kesên bê maf têkoşînek bê hempa da meşandin. Lê hêzên hegemon xwestin desthildariya xwe li ser gelan berdewam bikin û gelê Kurd bê maf bihêlin. Ji lew re komplo li dijî Rêbertî dan maşandin. Rêber Apo dibêje ger ku ez ji zindanê derkevin û civak ne azad be, ez jî ne azad im. Di vir de Rêbertî ji bo azadiya gelan têkoşîn dike."

Hesen Koçer wiha lê zêde kir: "Em xwe di şexsê Rêber Apo de xwe dibînin û Rêbertî jî xwe di şexsê gelên azadîxwaz de dibîne. Rêber Apo dibêje civak heqîqet e. Divê em jî bi berxwedana xwe komloyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya mirovahiyê ye û çareseriya pirgirêka Rojhilata Navîn e.”

Civîn di dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

HELEB

Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan jî semînerek li ser komploya navneteweyî, armancên wê û encamên wê li hola Star Laik ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê da.

Endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, komîn û meclis amade bûn.

Berdevka îniyatîfê Amîna Xdro semîner bi rêve bir û got, ramanên Rêber Abdullah Ocalan li zora siyasetên pergalên desthildar çû.

Amîna destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî, parastina nasname û mîsogeriya hebûnê tê dikoşe û got: "Ramanên Rêber Abdullah Ocalan bandor li hemû kesên ku bi azadî û demokasiyê bawer in kir."

Hevserokê Meclisa Şehîd Rûbar Qamişlo jî tayên komployê şîrove kir û got, Rêber Abdullah Ocalan komplo vala derxist û ramanên wî ji bo avakirina civakeke exlaq û polîtîk bûye projeyeke pratîkî.

(ekîb/bb)

ANHA