Jinên ji Reqayê bi çalakiyekê daxwaza azadiya Rêber Apo kir

Jinên ji Reqayê di çalakiyekê li Qada Jina Azad diyar kir ku ew bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan kiriye re ne û diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şertê bingehîn ê pêkanîna aştiyê li Tirkiyê û tevahî herêmê ye.

Jinên ji Reqayê bi çalakiyekê daxwaza azadiya Rêber Apo kir
15 cotmeh, 2025   18:49
REQA

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Qada Jina Azad a bajarê Reqayê çalakiyek li dar xist û got ew bi doza adilane ya Rêber Abdullah Ocalan re û daxwaza bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Endamên saziyên sivîl û rêxistinên jinan ên kantona Rebqayê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de, daxuyaniyek ji hêla endama rêveber a Meclisa Jinan a PYDˊê Sebah Cuma ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser komploya navnetewî ya di 1998’an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û di 1999ˋan de li li paytexta Kenyayê, Nairobiyê, hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komploya ku 27 sal derbas kiriye ne tenê revandina Rêber Apo bû, lê komployeke plankirî li dijî fikir û projeya wî ya rizgariyê bû, ku banga jiyana hevbeş, biratiya gelan û avakirina Rojhilata Navîn a Demokratîk bû. Hêzên hegemon bi rêya komployê xwest vê projeya dijberî pergala kapîtalîstê têk bibin û şoreşa gelên azad vemirînin. Lê fikra Rêber Abdullah Ocalan ev çarçoveya neteweyî ya teng derbas kir û vîzyoneke neteweyî ya ji bo azadî û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de pêşkêş kir.

Di daxuyaniya jinan de rola girîng a ku Rêber APO daye jinan hate bibîrxistin û bal kişand ser nêrînên vê dawiyê yên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser pêwîstiya rizgariya jinan û beşdariya wan di qadên siyasî, leşkerî û civakî de.

Di dawiya daxuyaniyê de, Meclisa Jinan a PYD’ê ew bi doza Rêber Abdullah Ocalan re ne û bang li civata navneteweyî kir ku tecrîdê bi dawî bike, li dengê aştiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan bi salan e bang dike, guhdar bike.

(ac/fr)

ANHA