Li Tengava Hurmuzê êrişî 3 keştiyan hat kirin

Li Tengava Hurmuzê bi mûşekên nenas êrişî 3 keştiyan hat kirin û agir bi keştiyekê ket.

Li Tengava Hurmuzê êrişî 3 keştiyan hat kirin
11 adar, 2026   15:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Mûşekên jêderên wan nayên zanîn, 3 keştî li Tengava Hurmuzê kirin hedef û di encamê de şewat di keştiyekê de çêbû, tîmên wê neçar man ji keştiyê derkevin.

Çavkaniyan ji Reutersê re got keştiya barhilgir a bi ala Taylandê Mayuri Nari ku nêzîkî 11 mîlên deryayî li bakurê Omanê ye, bûye hedef û zirar dîtiye.

Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayî der barê bûyerê de da zanîn ku şewat hatiye vemirandin û hejmareke endamên tîmê di keştiyê de mane.

(fr)