Malbatên dîlgirtiyan: Divê zarokên me demildest bên berdan

Malbatên dîlgirtiyan ên ji Kobanê diyar kir ku divê xizmên wan ên li cem hikumeta demkî dîlgirtî ne, demildest bên berdan.

Malbatên dîlgirtiyan: Divê zarokên me demildest bên berdan
Malbatên dîlgirtiyan: Divê zarokên me demildest bên berdan
Malbatên dîlgirtiyan: Divê zarokên me demildest bên berdan
Malbatên dîlgirtiyan: Divê zarokên me demildest bên berdan
11 adar, 2026   14:49
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Malbatên dîlgirtiyan ên ji Kobanê têkildarî kesên ji aliyê hikumeta demkî ya Şamê ve hatine dîlgirtin, ji ANHA`yê re nêrînên xwe anîn ziman.

Nesîfe Mihemed a xwişka dîlgirtiyê bi navê Feyad Mihemed got: “Em dixwazin beriya cejnê dîlgirtiyên me vegerin malên xwe û nav zarokên xwe. Hikumeta demkî duh 100 dîlgirtî ji netewa Ereb berdan, çima dîlgirtiyên me yên Kobanê jî bernadin, ma em ê heta kengî vê êşê bikişînin. Em dîlgirtiyên xwe dixwazin, dixwazin her kes vegerin nav malbatên xwe. Çavên me li riya dîlgirtiyên me ne."

Welîde Hebeş a dayika dîlgirtiyê bi navê Xebat Salih Hebeş anî ziman ku ew beriya Newrozê kurê xwe dixwaze û wiha got: "Daxwaza min vegera kurê min e. Xebera min ji kurê min tu ne ye. Ez hemû dîlgirtiyan dixwazin ne tenê kurê xwe dixwazim her kesek zarokên dayîk û bavên xwe ne. Bila kurê min ji min re bînin, êdî kezeba me ji vê bendewariyê diêşe.”

Xewla Birahîm hevjîna Îsmaîl Ehmed Mislim da zanîn ku hevjînê wê di girtîgeha Eqtanê de bû û wiha got: "Dema ku hevjînê min ji girtîgeha Eqtanê derket li ser riya di navbera Hesekê û Reqayê de xeber jê qut bûbû, ji wê demê heta roja îro em nizanin ew li ku ye. Ez nizanim hevjînê min dîlgirtî ye yan şehîd e. Bila hemû dîlgirtiyan berdin."

Sebîhe Hemê dayika dîlgiriyê Ismaîl Mislim jî wiha got: "Kurê min li Dêrazorê bû, ev demeke dirêj e tu agahî ji kurê min tune ne. Ez dixwazin hemû dîlgirtiyan berdin û dixwazim kurê min ji min re bînin.”

Celîla Heyder a dayika dîlgirtiyê bi navê Mihemed Elî anî ziman ku ew kurê xwe dixwaze û wiha got: "Kurê min li Dêrazorê bû, piştî demekê di dema şerê li herêmê de agahî ji kurê min qut bû. Ez kurê xwe dixwazim."

Helîm Baqî jî anî ziman ku kurê birayê wê dîlgirtî ye, ew hemû berdana hemû dîlgirtiyan dixwazin.

Mehmûd Şêx Mihmed ê bavê dîlgirtiyê bi navê Berçem diyar kir ku tu xeber ji kurê wî tune ye û got: "Ger kurê min ji min re bînin, ger ku şehîde kurê min em cenazeyê şehîdên xwe dixwazin ku dîlgirtiyê em berdana dîlgirtiyan dixwazin."

Zehra Ebdî ya 3 xizmên wê dîlgirtî ne, wiha got: "Em serbestberdana dîlgirtiyên xwe dixwazin. Bila dewlet zextê li hikumeta demkî bikin ku hemû dîlgirtiyan beriya cejnê berdin. Ma dîlgirtiyên me çi kiriye, em dixwazin hemû dîlgirtiyên me werin berdan.”

(fr)

ANHA