Li Tehranê du dadwerên Îranê hatin kuştin

Malpera Tensîm ragihand ku îro li bajarê Tehranê di encama suîqastê de du dadwer hatin kuştin û dadwerek jî birîndar bû.

Li Tehranê du dadwerên Îranê hatin kuştin
18 ÇILE, 2025   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Malpera Tensîm ya Îranê belavkirî di danê sibehê de li bajarê Tehranê li ber Dadgeha Bilind a Tehranê, dadwerên bi navê Muxîse û Rezînî hatin gulebaran kirin.

Hate diyarkirin ku her du dadwer di encama suîqastê de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî malpera Mîzan a dadgehê de hatî belavkirin, kujer piştî buyerê dawî li jiyana xwe aniye. Li ser buyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.

Hêjayî gotinêye ku heta niha aliyên peywendîdar têkildarî buyerê agahiyên fermî belavnekirine.