Li Tebqayê wergirtina genim dest pê kir
Komîteya Çandiniyê ya kantona Tebqayê dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.
Piştî ku tevahî xebatên pêwîst ên ji bo wergirtina genim li depoyan temam bûn û xebatkar ketin dewreyên perwerdeyê, Komîteya Çandinî û Avdanê ya kantona Tebqayê dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.
Cotkar ji saet 08.00`an heta 17.00`an genim li depoya El Bû Asî radest dikin. Depo rojane nêzî 2 hezar tonî genimê dukme werdigire.
Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk buhayê kîloya genim bi 31 centan diyar kiribû.
(şx)
ANHA