Li Belçîkayê navê kolanekê kirin ‘Kurdistan’
Şaredariya bajarê Herzele yê Belçîkayê kolaneke bajêr bi ‘Kurdistan’ navand û bi beşdariya nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, perde ji ser nivîsa xwe rakir.
Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer tev li çalakiya navandina kolaneke bajarê Herzele yê Belçîkayê bû.
Serokê peymangeha kurdî ya li Belçîkayê Derwîş Ferho û Ebdulkerîm Omer ji aliyê şaredarê Herzeleyê Van Tittlboom û endamên meclisê ve li şaredariyê hatin pêşwazîkirin.
Di şahiyê de Omer axivî û spasiya şaredar û endamên meclisê kir. Omer behsa dagirkirina Kurdistanê, komkujiyên li dijî gelê wê û bikaranîna çekên kîmyewî kir.
Her wiha Omer bal kişand ser zehmetiyên ku gelê Kurd di têkoşîna ji bo azadiyê de dikişîne û rewşa Kurdan li Îranê, Tirkiyeyê, dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, bi hezaran siyasetmedar û şaredaran bi bîr xistin.
Omer îşaret bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rola jinan di projeyê de û fedakariyên Kurdan û pêkhateyên din li hemberî DAIŞ`ê, kir. Her wiha Omer têkildarî geşedanên dawîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hilbijartinên şaredariyan ku dê 11`ê Hezîranê li dar bikevin, agahî dan.
Dûre beşdarên civînê berê xwe da kolana ku bi ‘Kurdistan’ hatiye navandin û şaredar û nûnerê Rêveberiya Xweser perde ji ser tabloya navê kolanê rakir.
(şx)
ANHA