TEV-DEM`ê li dijî êrişan banga pêşxistinê hevgirtinê kir

TEV-DEM`ê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga pêşxistina hevgirtinê û parastina destkeftiyan kir û got: "Em 11’ê Hezîranê bikin şahiyeke nîştimanî û ji pêvajoya çarenûsî re bibin bersiv."

TEV-DEM`ê li dijî êrişan banga pêşxistinê hevgirtinê kir
1 hezîran, 2024   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin  ku dewleta Tirk a dagirker li hember guhertinên avaker ên li ser bingeha demokrasiyê xwe ranagire, lew ra gef li herêmê dixwe.

Di daxuyaniyê de îşaret bi hilbijartinên şaredariyan ku dê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbibin hat kirin û ev nirxandin hatin kirin "Hilbijaritnên şaredariyan ku dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin rewa ne. Ev rabûn, rewakirina çareseriya siyasî li Sûriyeyê ye. Di heman demê de bingeheke siyasî ya exlaqî û civakî ye. Ev hilbijartin mîna ku hin alî îdia dikin ku taktîkî ne nin in. Niyetên siyasî yên taktîkî û xetere yên hikumeta Tirkiye ya faşîst li hember herêmê hene. Erdnîgariya me ne di bin kontrola dewleta Tirk de ye. Sînorên çêkerî hene û herêmên me li ser Tirkiye û hikumeta wê ya faşîst, ne xetere ne. Hikumeta Tirk hilbijartinan bi xetere bi nav dike. Lê belê ew dixwaze şerekî xwîndar û şerê qirkirinê li dijî gelên herêmê bide destpêkirin da ku vîna gelan têk bibe."

Di daxuyaniyêde îşaret bi êrişên duh ên li dijî mal, erebeyên sivîl û navendên parastina civakî jî hatine kirin û hate gotin, dewleta Tirk bi van êrişan sûcekî din dike û hate gotin, ev êriş asta siyaseta qirker û terorê ya ku li dijî vîna gelan û nirxên wan ên mirovî û exlaqî û rêgezên demokrasiyê dimeşîne, diyar dibe.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li gelên herêmê hat kirin " Bi hevgirtinê em asta têkoşînê xurt bikin, destekftiyên xwe û nirxên exalqî biparêzin. Bername û hemleya hilbijartinan bidomînin. Di 11’ê Hezîranê de em soz xwe nû bikin. Bi hêza îradeya azad em 11’ê Hezîranê bikin şahiyeke nîştimanî. Em li hemû navndên hilbijartinan biçin ser sendoqan. Ev hilbijartin rihê nirxê me yê nîştimanî û exlaqî ye. Her wiha cewhera rasteqîn a ber bi azadî, demokrasî, aştî û aramiyê ve ye. Em bibin bersiveke girîng ji vê pêvajoya çarenûsî re."

(şx)

ANHA