Rêveberiya kampa Holê: Operasyona Ewlehiya Domdar di dema xwe de pêk hat
Hevseroka Rêveberiya kampa Holê diyar kir ku Operasyona Ewlehiya Domdar di demeke guncaw de hate kirin, ji ber ku sûc û tevgerên çeteyên DAIŞ`ê yên li hundir û derveyî kampê zêde bûbûn û da zanîn ku operasyonê heta encamên girîng bi dest xistine û metirsya şaneyên çeteyên DAIŞ`ê kêm kiriye.
Di6’ê Mijdarê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin Operasyona Ewlehiya Domdar li kampa Holê û derdora wê ya li kantona Cizîrê dabû destpêkirin.
Hevseroka rêveberiya kampa Holê Cîhan Henan der barê mijarê de ji ajansa me re diyar kir ku Operasyona Ewlehiya Domdar li ser daxwaza gelê herêmê pêk hat. Her wiha diyar kur ku liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê û hewldana wan a ji bo derbasbûna kampa Holê zêde bûbû û amadekariyên êrişan li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikirin û kar û barên rêxistinên mirovî jî li kampê asteng dikirin.
Cîhan Henan amaje bi wê yekê jî kir ku di dema dawî de çeteyên DAIŞ’ê hewl da li ser rêya Hesekê û Holê, êrişî şîrketên ku li kampa Holê dixebitin, bikin.
Cîhan Henan destnîşan kir ku operasyon heta niha di hundirê kampê de encamên girîng bi dest xistine; girtina hin çeteyên ku zor li şêniyên kampê dikirin, dîtina termê jinekê, her wiha dîtina tunel, çek, amûr û alavên ku li kampê di destê malbatên çeteyên DAIŞ`ê de bûn.
Cîhanê diyar kir ku di dema operasyonê de xebatên rêveberiya kampê ranewestiyan û ew hewil didin hemû xizmetên pêwîst ji malbatan re pêşkêş bikin û da zanîn ku di navbera hêzên operasyonê û tîmên xebatê yên kampê de hevkarî heye.
Cîhan Henan diyar kir kir ku piştî operasyonê dê li derve û hundirê kampê aramî çêbe, ji ber encamên girîng bi dest xistine.
Cîhan Henan bal kişand ser rola civaka navdewletî beramber kampa Holê û diyar kir ku piştgiriya hemû aliyan jî têrê nake, her wiha ji civaka navdewletî xwest ku piştgiriya Rêveberiya Xweser bike û pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan çareser bike.
Heta niha di operasyonê de 84 çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan li gund û kampa Holê hatine girtin û hîn jî lêgerînên li hundirê kampê berdewam in.
(k)
ANHA