Li Tebqayê 3 şehîd hatin oxirkirin

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê di merasîma oxirkirina 3 cenazeyên hevrêyên xwe yên QSD′ê de diyar kir ku ew ê bi hemû hêzên xwe li dijî hewldanên tevliheviya ewlehî û îstîqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin.

Li Tebqayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 şehîd hatin oxirkirin
Li Tebqayê 3 şehîd hatin oxirkirin
17 kanûn, 2023   16:38
TEBQA

Bi sedan xelkê kantona Tebqayê, rûspî û şêxên eşîran, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl beşdarî oxirkirina cenazyeên 3 zarokên xwe yên di nava QSD′ê de bûn.

Navên şehîdan wiha ye; Heykel El Hemadî, Muwefeq El Idrîs û Deham El Himêdan. Ew şehîd di 15′ê Kanûnê de di bersivdana li dijî çeteyên hêzên hikumeta Şamê li Dêrazorê de şehîd bûn.

Di merasîmê de endamê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Subhî El Şêx axivî û bal kişand ser fedakariyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di oxira parastina herêmê de.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Seqir Hamid axivî û got hêzên wan dê li dijî çi hewldanên binpêkirina ewlehî û îstîqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî bersivên tund bin û soza da ku hêzên wan li ser şopa şehîdan dimeşin û parastina desktefiyên wan dikin.

Di dawiyê de wesîqeyên her 3 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(fr)

ANHA