Li Tebqayê 2 firoşkarên narkotîkê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku li bajarê Tebqayê 2 firoşkarên narkotîkê hatine girtin û madeyên narkotîkê yên bi wan re desteser kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê daxuyaiyek li ser malpera xwe fermî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Hêzên Têkoşîna Dijî madeyên hişbirê, roja duşemê (23`yê Nîsanê) li Tebqayê 2 firoşkarên madeyên hişbirê girtin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 205 hebên kaptagonê û 2 hebên Biogabalin li cem firoşkaran hatin dîtin, hatin desteserkirin.
(şx)
ANHA