Êrişên li dijî zarokan hate şermezarkirin
Ofîsa Parastina Mafên Zarokan û Rêxistina Stêrk a Kantona Efrîn -Şehba bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
![Êrişên li dijî zarokan hate şermezarkirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202405/image_870x_6649e97ccf794.jpg)
Endamên Ofîsa Parastina Mafên Zarokan û Rêxistina Stêrk a Kantona Efrîn- Şehba li bajarokê Ehdasê kom bûn û bi daxuyaniyek êrişên dewleta Tirk a dagirker şeremzar kirin. Daxuyanî bi zimanê erebî ji endama Ofîsa Parastina Mafên Zarokan Zeyneb Hec Osman ve û bi zimanê kurdî ji aliyê xwendekara bi navê Bihar Silêmen ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên sîstematîk sivîl û zarokan armand dike û hate gotin, ev êriş sûcên şer in.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrişa herî dawî ya li Şehbayê de 3 zarok birîndar bûn û yekî din şehîd bû.
Di daxuyaniyê de bêdengiya saziyên têkildarî mafên mirov û zarokan a li hemberî êrişan jî hat şeremzarkirin û bang li wan hat kirin ku ji bo parastina zarokan ji sûcên dewleta Tirk a dagirker erkên xwe bi cih bînin.
(zş/bb)
ANHA