Nêrgiz Mihemedî dê cara çarem were darizandin

Çalakvana Îranî ya xwedî Xelata Aşatiyê ya Nobelê Nêrgîz Mihemedî, bi peyamekê ragihand ku ji ber ku hêzên ewlehiyê bi tecawîzkirina jinan tometbar kiriye, bi cara çarem dê were darizandin.

Nêrgiz Mihemedî dê cara çarem were darizandin
19 gulan 2024   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvana Îranî ya xwedî Xelata Aşatiyê ya Nobelê Nergîz Mihemedî ku li Girtîgeha Evîn’ê tê girtin, bi peyamek ku belavkirî ragihand ku rastî dozek din hatiye.

Di peyamê de hate diyarkirin ku ji ber ku hêzên ewlehiyê bi tecawîzkirina jinan tometbar kiriye, bi cara çarem dê were darizandin.

Li gorî peyama hatî belavkirin doza nû ya hatî vekirin di derbarê weşaneke dengî de ye ku Nêrgiz Mihemedî tê de “şerê mezin ê rejîma Îranê li dijî jinan” şermezar dike.

Nêrgiz Mihemedî diyar kir ku ew ji ber vegotina êrişa li dijî Rojnamevan Dîna Ghalaibaf, ku li ser birînên li ser laşê wê yên piştî tundî û tacîza ku lê hatiye kirin, dê were darizandin.

Aktîvîsta 52 salî bang kir ku bi beşdariya rojnamevanên serbixwe, parêzvanên mafên mirovan, parêzvanên mafên jinan û parêzeran, darizandin ji bo gel vekirî were pêkanîn.

Her wiha parêzerê wê Mustafa Nîlî jî ragihand ku dadgeh dê ji bo gotûbêjkirina tawanên nû yên “belavkirina propaganda li dijî Komara Îslamî” bicive.

Lê ji aliyê rayedarên Îranê ve ti daxuyanî nehatiye belavkirin.

Hêjayî gotinê ye Nêrgiz Mihemedî yek ji wan kesên tevlî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibû û niha li girtîgeha Evîn ya Îranê tê girtin.

Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî ya li girtîgeha Evînê ya Îranê girtî ye, ji ber têkoşîna xwe ya li dijî pêkanînên desthilatdarên Îranê yên li dijî jinan û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan, sala borî xelata Nobelê ya aştiyê girt.