Li Tebqayê 125 şehîdên Efrîn û Şehbayê hatin bîranîn

Koçberên Efrîn û Şehbayê yên li kantona Tebqayê 125 şehîdên ku di cih û demên cuda te şehîd bûne bi bîr anîn.

28 kanûn, 2025   15:33
TEBQA

Merasîma bîranînê li mezargeha şehîdan a li navenda bajarê Tebqayê hat lidarxistin, bi dehan koçberên Efrîn û Şehbayê û şêniyên Tebqayê tev li merasîmê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê mûm li ber wêneyên şehîdan hatin vêxistin, pştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdên Efrîn û Şehbayê Ibrahîm Reşîd axivî û hemû şehîd bi bîr anîn. Reşîd diyar kir ku şehîdan ji bo parastina ax û gelê xwe jiyana xwe feda kirin.

Endama kordînasyona Kongra Star Henîfa Hacî Reşîd jî bal kişand ser rola jinan di berxwedana li dijî dagirkeriyê de. Henîfa destnîşan kir ku jin bingeha berxwedanê ne û bi fedekarî welatê xwe û gelê xwe diparêzin.
Selah Mihemed Bekir bavê şehîd Zinar Efrîn jî axivî û got: "Gel û neteweyên ku rêzê nadin şehîdên xwe û moral û hêzê ji fedekariyên wan nagirin, ew neteweyên nehêjayî azadiyê ne. "

Berdevkê Meclisa Rûspiyan li Kantona Tebqayê Cemal El NIhêtir diyar kir ku şehîdên Neteweya Demokraatîk canê ji bo azadî û parastina welat feda kirin. El Hinhêtir got ku gelên azad amade ne ku ji bo azadiyê şehîdan bidin.

Merasîma bîranînê bi pêşandana sînevizyona wêneyên şehîdan û dirûşmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(k)

ANHA