Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Bi hezaran kes ji pêkhateyên Hesekê û gelek bajarên din ji bo daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
28 kanûn, 2025   15:25
HESEKÊ

 Bi hezaran gel ji pêkhateyên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Hol, Kampa Serêkaniyê û Waşûkanî, bi dirûşma “Bi rihê komunîzmê û civakek demokratîk, em ê bi Rêber Apo re azad bijîn” meşek girseyî li dar xist û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Meş li çarxerêya Kevokê ya li Til Hecerê dest pê kir, li kolana sereke ya Miftî berdewam kir û li ber navenda Çand û Huner ya Xabûrî ya taxa  Miftî bi mitîngeke girseyî bi dawî bû.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Sebrî Efrîn axaftin kir û got ku berxwedana gel û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan dijmin gihandiye wê baweriyê ku zilim û zordarî ne çareserî ye û wiha berdewam kir: “Proje ya neteweya demokratîk çareseriya bingehîn a pirsgirêk û krîzên Rojhilata Navîn e.”

Endama Kordînasyona Kongra Star, Welîda Botî, jî di axaftina xwe de da zanîn ku rêya pêkanîna aştiyê û avakirina civakek demokratîk, bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û ev li gotinên xwe zêde kirin "Em daxwaza azadiya Rêberê xwe dikin û dixwazin ku bi me re azad bijî. Dem hatiye ku em encama têkoşîna xwe ya dirêj a ji bo azadî û rûmetê bistînin. Jinan di vê têkoşînê de rolek pêşeng lîstine û ev rol dê bi îsrarî bidome.”

Mitîng bi dirûşmeya “Azadî ji bo Rêber Apo” bi dawî bû.

ANHA