Li ser rêya Heleb-Efrînê qeza, 2 ciwan birîdnar bûn

Li ser rêya Heleb-Efrînê erebeyekê li motorsiklêtekê qeliband, 2 ciwan bi giranî birîndar bûn.

Li ser rêya Heleb-Efrînê qeza, 2 ciwan birîdnar bûn
28 kanûn, 2025   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku dema 2 ciwanên ji gundê Gemrûkê yê bajarê Mabeta yê Efrînê bi motorsiklêtê diçûn ser karê xwe, qeza kir, bi giran birîndar bûn. Navên ciwanan wiha ne; Ehmed Mihemed Menan (23) û Zuhêr Seydo Menan (20).

Rêxistinê diyar kir ku qeza li çatrêya gundê Qeretepe yê bajarokê Efrînê yê dagirkirî çêbûye. Erebeyekê li motorsiklêta wan qeliband û ajokarê wê reviya.

Rêxistinê destnîşan kir ku her du lingên ciwanekî şikestine û yê din jî lingek wî şikestiye.

Li gorî rêxistinê, ew her du ciwan rakirin nexweşxaneyê, dûre ji ber nebaşiya tenduristiya wan biryar hat dayîn ku wan rakin nexweşxaneyên Atma yê gundewarê Idlibê. Heta niha jî ajokarê li wan qelibandiye nehatiye naskirin.

(fr)