Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ezmûneke serkeftî ya jiyana hevbeş

Ezmûna pêkvejiyana aştiyane li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xwişk û biratî di navbera pêkhateyên cuda de xurt kiriye. Şêniyên taxê bi hev re di saziyên xwe de bêyî cudahî kar dikin.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ezmûneke serkeftî ya jiyana hevbeş
27 sibat, 2025   03:55
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Ezmûna jiyana hevbeş a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hêviya avakirina siberojeke ku nirxên biratî û aştiyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de pêk bîne, geş dike. Ew ezmûn modelek e ku dikare li Sûriyeyê were pêkanîn.

Cîgirê hevserokê Meclisa Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Ehmed El Ebdela diyar kir ku şêniyan tevî çand û neteweyên xwe yên cuda karî xwe bi rêxistin bikin û bi hev re di saziyan de kar bikin û nasnameya her pêkhateyekê biparêzin.

El Ebdela bal kişand ser wê yekê ku prensîba "biratiya gelan" bû bingeh ku bikarin hewlên rejîma Sûriyeyê ya berê yên çandina nakokiyan di navbera wan de têk bibin û got: "Gelek caran hewl dan ku nakokiyekê di navbera me de çêkin, lê bi hevgirtin û ezmûna me ya serkeftî, me ew hewldan têk bir. "

El Ebdela hişyarî da ku divê guh nedin daxwazên welatên derve, û xwest ku ezmûna wan bo hemû navçeyên Sûriyeyê were pêkanîn û got: "Em hêvîdar in ku serdema mezhebperestiyê bi dawî bibe û diyalog bi beşdariya hemû pêkhateyan dest pê bike," di demekê de ku desthilatên Şamê dûrî nûnertiya rasteqîn ya pêkhateyên Sûriyeyê, Kongreya Diyaloga Niştmanî li dar xist.

Ehmed Hesen El Mihemed ku yek ji rûspiyên her du taxan e, şanaziya der brê rewşa ewlekariya ku di nav wan de heye anî ziman û got: "Em bi hev re bê cudahî dijîn û em hêvî dikin ku aştî li hemû herêmên Sûriyeyê belav bibe.”

Şêniyê bi navê Omer El Hesen ê ji taxa Şêxmeqsûdê jî diyar kir ku jiyana hevbeş baştirîn çareserî ye ji bo aramiyê li Sûriyeyê û got: "Ev ezmûneke serkeftî ye û em hêvîdar in ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê li gorî vê yekê tev bigerin û her kes mafên hev bizane û cihêrengiya çandî li ber çavan bigire.”

(k)