Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar

Şanogerê kurd "Bavî Teyar" bi şêweya xwe ya taybet û bi rêya şanoyê êş û azarên civaka xwe vegotin. Ew bû sembol û ekoleke hunera kurdî ya ku nayê jibîrkirin.

Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
Sembolekî hunerî yê Kurdistanî ku nayê jibîrkirin: Bavê Teyar
27 sibat, 2025   05:20
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Şanogerê Kurd Cuma Xelîl bi nasnavê “Bavê Teyar” ku li Kurdistanê pir tê naskirin, di van deh salên borî de ken li ser rûyê Kurdan nexişand. Wî zimanê komîdî hilbijart û bi şanoyên xwe derd û êşên kurdan nîşan dan.

JIYANA WÎ Û KARÊ WÎ YÊ HUNERÎ

“Bavê Teyar” di xaniyekî bi heriyê hatiye avakirin de mezin dibe, di sala 1961’an de li taxa Enteriyê ya Qamişlo, di malbateke welatparêz de tê dinê. Zewicî bû û şeş keç û du kurên wî hene.

Bavê Teyar birayê şehîd Abas Îbrahîm e û bavê têkoşer Acar e, ku gerîlaya Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û di zindanên dewleta Tirk a dagirker de ye.

Ji ber xizaniyê neçar dimîne ku dibistana seretayî berde û ji bo kar berê xwe dide Şamê û piştre Lîbyayê.

Bavê Teyar di 1987’an de bi Koma Botan re ket nava hunerê û skêtçên komedî yên gelêrî yên ji rastiya jiyana rojane ya çanda Kurdên li Sûriyeyê kişandin. Bavê Teyra di berhemên xwe de hest, kultûr, cilûberg û pirsgirêkên civakî û siyasî yên Kurdan nîşan dida.

Bavê Teyar ji aliyê hêzên ewlekariyê yên rejîma Esed ve gelek caran tê astengkirin û êşkencekirin, lê dîsa jî dev ji doza xwe ya komediya gelêrî berneda.

Kurdên li Sûriyeyê jî her tim rastî qirkirina çandî û siyasî dihatin. Vê jî hişt rewşa Kurdan zehmetir bibe û çand û kultûra wan were qedexekirin.

Bavê Teyar di jiyana xwe de zêdetirî 50 berhemên dîtbar wekî fîlm, dîmen û vîdyo li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê kişandin. Koma Bavê Teyar a şano, muzîk û fîlmên Kurdî di 2001’an de hat damezirandin û bû xwedî nav û deng.

Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re Bavê Teyar di mala xwe de yekemîn komên Asayîşê ku niha wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ava dike.

Bavê Teyar ji 2011 heta 2017’an ve di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digire. Piştre, ji 2017’an ve heta dema şehadetê, di Çileya 2025’an de, tev li Koma Serdem a Hêzên Xweparastinê dibe.

KOMEDÎ Û TRAJEDIYA KURDÎ

Di 1997’an de Bêrîvan Oso ku şanogera Koma Şehîd Osman – Bavê Teyar, Bavê Teyar nas dike. Di wê demê de beşdariya jinan di qada şanogeriyê de kêm bû, ev jî jê re dibe sedem ku tev li komê bibe.

Bêrîvan di berhema şanogeriyê ya yekemîn “Nêrgiz” a ku li cejna Newrozê de hat pêşkêşkirin, bi Bavê Teyar re beşdar dibe. Vê jî gelek deng veda. Bavê Teyar bi komediya xwe ya trajedî girseya gel hestiyar dikir. Bêrîvanê der barê Bavê Teyar de got: “Ew hevalê hevalê xwe bû. Xwedî karîzmeya komedî bû. Bi deh salan em dikenandin. Ew dilnizm bû. Tu carî hevalên wekî wî di dîrokê de dubare nabin. Tunebûna wî îro baskên komê birîn."

ASTENGIYÊN EWLEKARIYÊ Û KARÊ BI DIZÎ

Bêrîvan der barê astengiyên ku rejîma Baas’ê derdixistin de got: “Me şano û berhemên xwe yên hunerî di Newrozê de bi dizî pêşkêş dikirin. Me cil û bergên Bavê Teyar di nav çenteyên dayikan de vedişartin da ku neyê girtin. Ji bo ku neyê dîtin jî xwe di nav girseya gel de vedişart.”

Bêrîvan diyar kir ku piştî Newrozê rejîmê dewriye dişand mala Bavê Teyar û ew digirt. Lê tevî zexta zêde dîsa jî dev ji karê xwe berneda.

Koma Bavê Teyar bi dizî di malên welatparêzan de brovayên xwe dikirin da ku sîxur agahiyan ji bo ewlekariya rejîmê neşînin.

BERHEMÊN WÎ DI NAV CIVAKA KURDÎ DE DENG VEDAN

Bêrîvan wiha domand: “Bavê Teyar roleke mezin di dewlemendkirina çand û hunera Kurdî de lîst. Wî fîlm bi awayekî komedî çêkirin û bi vî awayî ji civakê nêzîk bû.”

Bêrîvan destnîşan kir ku fîlma “Mêrê Du Jinan” di nav civakê de gelekî deng veda û got: “Pirsgirêkên civakî hewcedarên vê hunerê bûn û êşa di nav civakê de jî hewcedarê bêhnvedanên wiha bû.”

Bêrîvan diyar kir ku fîlama dawîn a Bavê Teyar “Li ser şopa Teyaro” bû ku fîlmeke sînemayê bû û got: “Bavê Teyar hêvî dikir ku ev fîlm di festîvalên cîhanê de were pêşkêşkirin û gelek xelatan wergire. Fîlmê bal dikişand ser şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê.”

EM NAHÊLIN KOMEDIYA BIBE NALÎN

Omer Hesen (Teyaro) şanoger û sînemavanê komedî û trajedî ye. Bêyî wî jî dîmenên komedî temam nedibûn.

Di 1995’an de dest bi hunerê dike û Bavê Teyar wekî bav, bira û hevalekî ji xwe re pênase dike.

Teyaro got: “Rejîma Tirk û hevkarên wê kenê bavê min ê ku ji civakê re vediguhast, ji me stand. Em ê heta dawîya dilopa xwînê li ser şopa wî bin. Em nahêlin ew komediya bibe xemgînî û nalîn.”

ÊŞÊN CIVAKÊ BI AWAYEKÎ KOMEDÎ VEDIGUHASTIN

Şanogerê Koma Bavê Teyar ji 2008’an ve Îsa Oso di fîlma “Fetwaya Bavê Teyar” de cara yekemîn beşdarî berhemên komê bû.

Oso der barê Bavê Teyar de got: “Yek ji stûnên şanoya Kurdî bû. Wî berhemên xwe bi pêş xistin û bi rêya wan xweşî xist dilê her kesî. Ev jî hişt ew di dilê civaka Kurdî ya hemû parçeyên Kurdistanê de bibe xwedî cih. Wî êş û azarên civakê di berhemên xwe de nîşan da, ku ew jî werin çareserkirin.”

Oso diyar kir ku gelê Kurd ji ber gelek pirsgirêkên civakî wekî pirhevjînî û perwerdekirina zarokan zehmetî dikişandin û got: “Di berhemên Bavê Teyar de ev pirsgirêk bi awayekî komedî û biarmanc hatin pêşkêşkirin. Armanc jê ne tenê ew bû ku xweşiyê bixe dilê civakê, her wiha ku çareserî jê re werin peydakirin.”

Bavê Teyar piştî ku birayê wî Osman Oso ku ew jî endamekî komê bû, di 19’ê Cotmeha 2013’an de şehîd dibe, navê komê kir Koma Şehîd Osman – Bavê Teyar.

XWEDÎ TAYBETMENDIYÊN DAYIKA MIN E

Birayê Bavê Teyar, Ebid Xelo diyar kir ku di Bavê Teyar de taybetmendiyên kesayeta dayika wî hebûn û got: “Dayika min jî xwedî ruhekî geş bû. Êş û azar vediguhastin ken û dilxweşî.”

HETA KU KURDISTAN AVA NEBE EZ NABIM XWEDÎ XANÎ

Gulistan Yûsif û Bavê Teyar berî 45 salan bi hev re dizewicin. Gulistan Yûsif diyar kir ku Bavê Teyar bi qasî ku qedir dida gel, heval û karê xwe, qedir nedida xaniyan û got: “Merivên me digotin xaniyê we tune ye lê Bavê Teyar digot ‘heta ku Kurdistan ava nebe ez nabim xwedî van tiştan’”.

BERHEMÊN XWE DIFIROTIN Û DIŞANDIN JI ŞERVANÊN AZADIYÊ RE

Gulistan Yûsif diyar kir ku Bavê Teyar berhem û fîlmên xwe difirotin û pereyên wan ji şervanên tevgera azadiya Kurdistanê re dişandin û got: “Em belengaz bûn. Pirî caran ji bo xwarinê pere bi me re tune bûn. Wî jî pere ji şervanên çiyayan re dişandin ku pê xwarin û fîşekan bikirin.”

Gulistan Yûsif destnîşan kir ku Bavê Teyar, Kurdistan wekî zarokekî li ber dilê xwe buha didît û got: “Ez nexweşa şekir im û bi me re pereyên derman tune ne. Ev jî nîşan dide bê çiqasî ew mirovekî dilpaqij bû.”

BINÇAVKIRIN Û ÊŞKENCEKIRINA BAVÊ TEYAR

Gulistan Yûsif destnîşan kir ku Bavê Teyar gelek caran ji aliyê rejîma Baas ve hat êşkencekirin û got: “Rejîmê nas kir ku wî fîlmek çêkiriye û ew ji mal girtin. Cara yekê bi gotinên xerab û pîs ew hişyar kir. Wê demê ew vegeriya malê û got xwezî li şûna wan gotinan ez êşkence bikirama.”

Gulistan Yûsif wiha domand: “Piştre dewriyeyek din hat û xwest ew biçe şaxê ewlekariyê. Piştî vegeriya jî gelekî bi hêrs bû. Got ku serê wî danîbûn erdê û binpê kiribûn. Min şûna birînan li ser serê wî jî dît. Ez pir êşiyam. Wan tenê fîlmek bi Kurdî çêkiribû, min tiştekî asayî didît. Min nizanibû ku rejîmê ziman û cilûbergên Kurdî qedexe kiribûn."

Gulistan Yûsif wiha li gotina xwe zêde kir: “Di dema dawîn de rewşa herêmê xerabtir bû. Ew ji ber şehîdbûna hevalên xwe biêş bûbû. Berî çend rojan ji şehadeta wî em li goristana şehîdan bûn. Wî bi navê malbata şehîd axivî. Rihên wî jî dirêj û spî bûbû. Min jê re got kur bike. Ji min re got di şer de û hemwextî şehîdbûna hevalên min ez wê kur nakim.”

Piştî ku ew çû bendava Tişrînê bi me re axivî û got: “Xwarin ne girîng e. Ya girîng ew e ku şervan serkeftî vegerin malbatên xwe.” Piştre me dîmenên bombebaranê dîtin ku ew birîndar bûye. Em ji ber hemûyan bi hêrs bûn."

Bavê Teyar beşa dawîn a fîlmê pêşkêş kir. Lê ev fîlm ne wekî fîlmên asayî bû. Ji ber ku ew lehengekî rastîn bû û ne li benda kesekî bû ku li ser binivîse. Wî bi xwe li ser nivîsand, ne bi hibrê, bi xwînê.

Şehîdbûna şanogerê Kurdistanî di 18’ê Çileya 2025’an de û hedefgirtina wî ya bi zanabûn, trajediya Kurdî ya bi tundî û kuştin û êşkencekirinê ve girêdayî, dîsa derdixe holê.

Kurdan di 100 salên dawîn de serî netewand. Ev trajedî wan ji doza wan venaqetîne.

Bavê Teyar li hemberî siyasetên rejîma Baas ên li dijî Kurdan disekinî û ji aliyê dijminç gelê Kurd, dewleta Tirk a dagirker ve hat şehîdkirin.

Bavê Teyar ku bi deh salan ken li ser rûyê gelê Kurd xêz dikir, bi çûna xwe berhemên xwe yên komedî û giranbuha veguhast nîşanên serbilindiya malbata xwe û gelê Kurd.

(mh/fr)

ANHA