Şêniyên Suryan: Dem hatiye ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad be

Şêniyên Suryan diyar kir ku ew bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abullah Ocalan re ne û got ramanên wî ji bo hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn perspektîf in.

Şêniyên Suryan: Dem hatiye ku Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad be
27 sibat, 2025   06:45
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Suryanên ji bajarê Tirbespiyê destnîşan kir ku însiyatîfa ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji bo tevahî gelan dê bibe rêya aştiyê.

Şêniyê bi navê Îsa Denho diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan dikare li Rojhilata Navîn aştiyê pêk bîne û got: “Rêbertî xwedî hêz e ku dikare tevahî pirsgirêkan çareser bike, ev yek di hevdîtinên dawîn de ku pê re hatine kirin, xuya dibe."

Îsa bal kişand ser sîstema îşkencê û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha dom kir: " Ev 26 sal e Rêbertî di zindana Îmraliyê de ye. Divê Rêber Abdullah Ocalan derkeve û dewleta Tirk a dagirker rêya aştiyê bigire û bi însiyatîfa Rêbertî re be."

Îsa di dawiyê de got: “Gelê Suryan jî bi destê dewleta Tirk a dagirker rastî gelek komkujiyan hatiye. Divê mafê hemû pêkhateyan û gelê herêmê were parastin."

Cêsî Denho jî got: “Ji mafê Rêber Abdullah Ocalan e ku îro di nav gelê xwe de be.”

Cêsî Denho da xuyakirin ku ew wek gelê Suryan bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re ne û got: “Kurd û Suryan di dîrokê de bi destê dewleta Tirk rastî qirkirinê hatin. Ji mafên wan e ku îro azadî bijîn.”

ANHA