Li taxên Hesekê ji ber kêmbûna sotemenî û wesayîtan çop kom bûye

Ji ber kêmbûna sotemenî û wesayîtên veguhastina çopê li taxên bajarê Hesekê çop kom bûye. Daîreya Paqijiyê diyar kir ku paqijiya li bajêr ji sedî 50 derbas nake.

10 cotmeh, 2026   07:50
HESEKÊ

Li hejmarek taxên bajarê Hesekê nexasim li Xiwêran, Neşwe, Xişman û Kelasê, ji ber kêmbûna sotemeni û wesayîtên veguhastinê çop kom bûye. Şênî ji ber belavbûna çopê bi gilî û gazinc in.

Berdevkê Daîreya Paqijiyê ya Hesekê Ehmed Xidir El Zahir diyar kir ku rewşa paqijiyê li bajêr ji sedî 50 derbas nake, ew jî bi sedema kêmbûna mezin a wesayît û sotemeniyê ye.

El Zahir da zanîn ku sotemeniyê heyî têra pêxistina tevahî alavan nake, ji eslê 30 alavî tenê 22 tên pêxistin û wesayîtan taybet ji bo kombûnên sereke bi sedema kêmbûna mazotê rawestiyane.

Di dewama axaftina xwe de El Zahir destnîşan kir ku Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derbasî beşa paqijiyê bûye ku vê krîzê çareser bike û got xebata rêxistinê ya niha tenê ji bo beşên roajva, rojhilat, sûkkê û naverasta bajêr e, lê tensîqa wan a rasterast bi daîreyê re nîn e.

El Zahir anî ziman ku sûk rojane tê paqijkirin, lê bêyî bernameyeke sabit xebat li ser beşên rojava û rojhilat tê sekinandin. Ev yek şiyana beşa paqijiyê ya ji bo ji nû ve belavkirina alavên xwe û vekişîna wan ji beşên ku ew lê dixebite dema ku pêwîst be sînordar dike.

El Zahir destnîşan kir ku Daîreya Paqijiyê li gorî bernameya xwe ya heftê ku 3 beşên sereke; beşa rojava, rojhilat û herêma sûkê digire nava xwe, dixebite. Lê kêmbûna wesayîtan dihêle çop kom bibe û veguhastina wesayîtan ji beşekê bo beşeke din nexasim ji bo taxên Xiwêran û Neşwê beşên dîtir bê paqijî dihêle.

El Zahir daxuyand ku ji bo taxên Xiwêran û Mişêrfa bakur kêmasiya paqijiyê heye û daîreyê bernameyeke taybet ji bo taxên Xiwêran, Neşweya başûr daniye.

Têkildarî derbasbûna rêxistina NY’yê li nava beşa paqijiyê jî El Zahir diyar kir ku rêxistinê di beşên rojava, rojhilat û herêma sûkê de dest bi xebatê kiriye, lê xebat bêyî hevrêziya bi Daîriya Paqijiyê re tê kirin. Ev yek li ser belavbûna wesayîtan li gorî bernameyeke sabit zehmet e.

El Zahir di dawiya axaftina xwe de got ger rêxistin bi awayekî aktîv û mayînde derbasî beşa paqijiyê bibe wê 6 alav li Xiwêran û Neşweya başûr werin belavkirin, kombûna çopê kêm bibe û paqijiyê li her du taxan baş bibe.

(f)

ANHA