NY‘yê bang li Îsraîlê kir ku binpêkirinên li Sûriyeyê rawestîne

OHCHR‘ê destnîşan kir ku hêzên Îsraîlê di meha Îlonê de bi qasî 280 caran ketin Sûriyeyê û herî kêm 49 welatiyên Sûriyeyê destgîr kirine.  OHCHR‘ê da zanîn ku tê îdiakirin ku îşkence û muameleya xirab li destgîrkiriyan tên kirin.

NY‘yê bang li Îsraîlê kir ku binpêkirinên li Sûriyeyê rawestîne
9 cotmeh, 2026   19:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) îro li ser tevgerên leşkerî yên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê hişyarî da. Komîseriyê bang li desthilata Îsraîlê kir ku serdegirtin, tirsandin, girtin, zextên li ser çûn û hatinê û wêrankirina berheman rawestînin.

 Berdevka UNHCR‘ê Şabîa Mantoo di civîneke çapemeniyê de li Cinêvê got, di meha Îlonê de nêzîkî 280 ketinên leşkerî yên Îsraîlê di nava axa Sûriyeyê çêbûne û ev hejmar wekî ya herî bilind ji destpêka salê ve destnîşan kir.

Şabîa Mantoo diyar kir kuk ku li Quneytrayê kesekî 22 salî hat kuştin û birîndarî jî çêbûne.

Berdevka UNHCR‘ê got: "Komîseriyê agahî bi dest xistine ku bi kêmanî 49 Sûriyeyî hîna ji aliyê Îsraîlê ve destgîrkirî ne. Hinek rapor behsa destgîrkirina dem dirêj a bêyî diyarkirina sedemanên wan ji girtiyan re hene, her wiha veguhestin navendên destgîrkirinê yên ne diyar. Tê îdiakirin ku îşkence û muameleya xirab li wan tê kirin."

Komîseriyê banga rêzgirtina li garantiyên qanûnî û mafên destgîrkiriyan kir.

 Komîserê Bilind Volker Turk jî banga lêpirsînek bilez û bêalî li ser bûyerên ku bûne sedema mirin û birîndarbûna sivîlan kirin.

(bb)