Li taxeke Holê pirsgirêka kanalîzasyonekê

Ji 4 mehan ve li taxa Xerbî ya bajarê Holê pirsgirêka kanalîzasyonekê heye, û bûye sedema belavbûna bêhna nexweş û zêdebûna kêzikan. Şaredariyê diyar kir ku ew proje ji hêla rêxistinekê ve pêk hat û li gel şaredariyê jî alavên guncaw ên çaksazkirinê tune ne.

Li taxeke Holê pirsgirêka kanalîzasyonekê
Li taxeke Holê pirsgirêka kanalîzasyonekê
Li taxeke Holê pirsgirêka kanalîzasyonekê
Li taxeke Holê pirsgirêka kanalîzasyonekê
Li taxeke Holê pirsgirêka kanalîzasyonekê
26 gulan, 2025   06:17
HESEKÊ
ELÎ EL SULTAN

Ji zêdetirî 4 mehan ve şêniyên taxa Xerbî (rojava) ya bajarê Holê yê kantona Cizîrê ji ber pirsgirêkên kanalîzasyonekê, belavbûna bêhna nexweş û zêdebûna kêzikan zehmetiyan dikişînin. Di encamê de nexweşî di nav zarokan û nexweşên bêhnkişandinê de belav bûn.

GILIYÊN ŞÊNIYAN; ZEHMETIYA ROJANE Û JÎNGEHEKE QIRÊJ

Hemwelatî Wehîd El Hemdok nerazîbûna xwe li hemberî rewşa taxê nîşan da û got boriyên xerabbûyî jêdera sereke ya qirêjî û nexweşiyên li taxê ne.

El Hemdok diyar kir ku bêhnên nebaş ên ji kanalîzasyonan derdikevin zehmetiyên mezin ji şêniyan re çêdikin, bi taybet ji bo nexweşên bêhntengî û zarokan û dibe jîngeheke guncaw ji bo kêzikên bizirar û vegirtî.

SEDEMÊN PIRSGIRÊKÊ; PROJEYA NETEMAM Û KÊMBÛNA DERFETAN

Girêdayî mijarê, hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Holê Xade Ebdulcadir got projeya kanalîzasyonan a taxê di 2019'an de ji aliyê rêxistinekê ve hat pêkanîn, lê negihîşt serî anku temam nebû, bi wê re weke awayekî demkî hat bikaranîn.

Xade Ebdulcadir diyar kir ku nebûna alava zextê li gel şaredariyê yek ji sedemên sereke ya neçaksazkirina xetên kanalîzasyonên xerabbûyî ye.

ÇARESERÎ; DI NAV ALIYÊN BERPIRS DE HEVKARÎ WERE KIRIN Û PIŞTGIRÎ WERE DAYÎN

Xade Ebdulcadir bang li Desteya Şaredariyan kir ku ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî ya bajêr destekê bide û got divê alav werin dabînkirin û fînanseyek guncaw ji bo jinûve sererastkirina tora kanalîzasyonê bi giştî were dayîn.

(mh/fr)

ANHA