Parêzer:  Paşguhkirina "mafê hêviyê" binpêkirina pîvanên navneteweyî ye

Çalakvanên mafên mirovan li kantona Tebqayê tekez kirin ku bêparkirina Rêber Abdullah Ocalan ji mafên wî yên qanûnî yên bingehîn, bi taybetî "mafê hêviyê", binpêkirineke eşkere ya pîvanên navneteweyî ye.

Parêzer:  Paşguhkirina "mafê hêviyê" binpêkirina pîvanên navneteweyî ye
26 gulan, 2025   03:06
NAVENDA NÛÇEYAN

"Mafê hêviyê" prensîbeke qanûnî ya mafên mirovan a Ewropî ye, û ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve di biryara sala 2013`an de erê kir, ku li gotî biyarê cezayên heta hetayê bêyî derfeta berdanê, kiryareke nemirovî ye û xala (3) ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike.

Di vê çarçoveyê de çalakvanên mafên mirovan li kantona Tebqayê fikarên xwe li ser nebûna gavên yasayî ji bo pêkanîna vê prensîbê der barê rêberê Abdullah Ocalan de ku zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ye, anîn ziman.

Endamê Yekîtiya Parêzerên Tebqayê parêzer Mehmûd El Xebaş diyar kir ku hemû şert û mercên Rêber Abdullah Ocalan ji bo mafê hêviyê pêkan in, weke  dema dirêj ya girtinê, temenê wî yê mezin û rewşa tenduristiyê. Her wiha got ku "ne pêanîna vî mafî mebestên siyasî nîşan dide bûyeke alaveke fişarê li ser gelê kurd û mafên wî yên sivîl û siyasî. "

Parêzer Ehmed Mihemed Xidir jî destnîşan kir ku "qexekirina hevdîtinên malbatê û parêzeran bi rêbertî re û nezelaliya di derbarê tenduristiya wî de, binpêkirina mafên bingehîn e." her wha diyar kir ku "cezayên heta hetayê di sîstemên mafên mirovî yên nûjen de pir caran piştî 20 salan tên vekolînkirin, lê rewşa rêbertî de tu vekolîn nehat kirin, tevî ku temenê wî ji 70 salî zêdetir bû, ku divê ji ber sedemî mirovî serbest were berdan. "

Parêzer Mehmûd Hemşo jî bal kişand ser vê yekê ku "sedema bingehîn a li pişt vê israra Tirkiyeyê ya li ser paşguhkirina mafê hêviyê, cewherê projeya siyasî û ramyarî ya rêbertî ye, ku li dijî polîtîkayên neteweperest ên serdest e." Hemşo her wiha got, "Dawamkirina vê nêzîkatiyê baweriya cîhanê bi Tirkiyê têk dibe û nîşana wê yekê ye ku Tirkiyê rêzê nade berpirsyariyên xwe yên mafên mirovan. "

Çalakvanên mafên mirovan di dawiyê de tekez kirin ku pêkanîna "mafê hêviyê" ne tenê erkek yasayî ye, lê belê dergehek bo dadwerî û aramiya siyasî. çalakvanan bang li saziyên navneteweyî kirin ku fişareke rast bikin ji bo ku Tirkiye pabendî sozên xwe yên mafên mirovan bibe.

(k)

ANHA