Li taxa Cumaya ya Qamişlo ji ber barana dijwar gol çêbûn

Ji ber barana dijwar a ji duh ve û herikîna avê bi rêya qenaya avê ya ji Bakurê Kurdistanê tê li taxa Cumaya ya bakurê bajarê Qamişloyê golên mezin di nava malan de çêbûn, tevgera çûn û hatinê zehmet kir.

Li taxa Cumaya ya Qamişlo ji ber barana dijwar gol çêbûn
Li taxa Cumaya ya Qamişlo ji ber barana dijwar gol çêbûn
Li taxa Cumaya ya Qamişlo ji ber barana dijwar gol çêbûn
Li taxa Cumaya ya Qamişlo ji ber barana dijwar gol çêbûn
Li taxa Cumaya ya Qamişlo ji ber barana dijwar gol çêbûn
Li taxa Cumaya ya Qamişlo ji ber barana dijwar gol çêbûn
Li taxa Cumaya ya Qamişlo ji ber barana dijwar gol çêbûn
Li taxa Cumaya ya Qamişlo ji ber barana dijwar gol çêbûn
15 adar, 2026   17:23
QAMIŞLO

Barana dijwar a ji duh ve zehmetiyên zêde ji bo şêniyan çêkirin. Nûçegihanê me dîmenên asîmanî yên çêbûna golên avê li taxa Cumaya ya bakurê bajarê Qamişloyê kişandin. Çêbûna golan tevgera şêniyana asteng kir.

Ji ber binesaziya lawaz a torên serfkirina avê û herikîna avê bi rêya qenaya avê ya ji Bakurê Kurdistanê ber bi taxê ve tê, hişt ku rêjeya avê zêde bibe û golên mezin di nava malan û li ser rêyan çêbibin.

Rêya sereke ya ji Qamişloyê ber bi bajarên Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê ve diçe bi awayekî temamî ketiye bin avê, bi wê re tevgera erebeyan zehmet bû.

Wêne û dîmen: Ehmed Semîr

(fr)

ANHA