Li Kobanê merasîma sersaxiyê ya 10 şehîdan

Ji bo 10 şehîdên ku duh merasîma definkirina wan bû, îro li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê konê taziyê ji wan re hatin vedan.

15 adar, 2026   17:37
KOBANÊ

Li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê bi amadebûna sedan kesî merasîma sersaxiyê ya 10 şehîdan hat lidarxistin. Konê sersaxiyê ji şehîd Lezgîn Kobanê (Ednan Xelîl), Gîvara Kobanê (Diyar Mehmûd), Mazlûm Kobanê (Mehmûd Salih Muslim), Şervan Serêkaniyê (Silêman Mihemed) ku di 18`ê Çileyê de li Dêrezorê şehîd bûbûn, her wiha Dilsoz Helinc (Mistefa Mihemed), Rojhat Kobanê (Hogir Cuma) ku di 17`ê Çileyê de şehîd bûbûn, Ehmed Têkoşîn (Mûrad Çetîn) ku di 24`ê Çileyê de li Sirînê şehîd bûbû, Çiya Qamişlo (Nasir Mihemed) ku di 1`ê Adarê de li Kobanê şehîd bûbû, Mazlûm Emîn (Adil Emîn), Baz Kobanê (Mihemed Mamo) ku di 20`ê Çileyê li Dêrezorê şehîd bûbûn hat danîn. 

Di bin konê sersaxiyê de Endama Rêveberiya PYDˊê ya bajarê Kobanê Zelal Dêrîk li ser berxwedana şehîdan a li hemberî her destdirêjiya ser axa wan axivî û got: “ Berxwedana van şervanan bajarê Kobanê bi cîhanê da naskirin. Berxwedana dîrokî ya li hemberî DAIŞ`ê ya van şervanan di heman demê de jî di pêvajoya herî dawî de jî berxwedana van şervanan li hemberî komên hikumeta demkî jî nîşan dide ku çi dibe bila bibe, dê heta dawiyê jî ev şervan xwedî wê li axa xwe derbikevin û li dijî her dagirkerî û destdirêjiyê canê xwe jî kirin feda.”

Apê şehîd Gîvara Kobanê Hecî Hec Ehmed jî got ew ê heta dawiyê jî xwedî li mîraseya şehîdan derbikevin û got: ”Bi van em hebûn û em dê bi van şehîdan jî dewam bikin, îro roja me ronî bû. Pêşeroja me bi van şehîdan dê teqez jî bi ser bikeve. Em jî wê sozê didin ku em ê xwedî li doza wan derbikevin. Hesreta di dilê wan de ya ji bo azadiyê, em ê pêk bînin."

(sş/fr)

ANHA