Medyaya Îranê: 2 fermandarên leşkerî hatin kuştin

Medyaya Îranê ragihand ku du fermandarên leşrkerî yên Îranê hatine kuştin.

Medyaya Îranê: 2 fermandarên leşkerî hatin kuştin
15 adar, 2026   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku yek ji van fermandaran fermandarê hêzên deryaî ya Îranê ye.

Televîzyona fermî ya Îranê ragihand ku Fermandarê Kerta 171ˊê ya ser bi Hêzên Besic ya Tehranê Mihemed Serlek û Fermandarê Hêzên Deryaî Artêşa Pasdaran Xulamreza Mihemed Zade li Bendera Ebas hatine kuştin.

Li aliyê din hate ragihandin ku Artêşa Pasdaran ya Îranê eşkere kir ku cara yekem muşeka bi navê ‘Secîl’ li dijî dijminê xwe bikar aniye ku menzîla wê 2000 heta 2500 kêlometre dikare biçe û leza wê zêdetirî 17 hezar kêlometreye.