Li Sydneyê êriş: Kesek hat kuştin, 2 kes birîndar bûn

Li Sydneyê di êrişeke bi kêrê de kesek hat kuştin û 2 kesên din bi giranî birîndar bûn. Polîsan ragihand ku gumanbar hatiye girtin.

Li Sydneyê êriş: Kesek hat kuştin, 2 kes birîndar bûn
17 sibat, 2026   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya polîsên eyaleta New South Wales a Awistralyayê, li sûkeke rojavayê Sydneyê di êrişeke bi kêrê de kesek hatiye kuştin û 2 kes bi giranî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kesek li bazarê bi kêran li gelek kesan daye, piştre reviyaye.

Li gorî daxuyaniyê xebatkarên tenduristiyê li cihê bûyerê 3 birîndar derman kirin, piştre birîndarekî jiyana xwe ji dest da.

Polîsan diyar kir ku piştî demeke kurt ji lêgerînê gumanbar hat girtin û hate gotin: "Gumanbar bi sûcên sivik û çend bûyerên têkildarî tenduristiya derûnî ji aliyê polîsan ve tê nasîn.”

(bb)