100 leşkerên DYA’yê gihaştin Nîjeryayê

Wezareta Parastinê ya Nîjeryayê ragihand ku 100 leşkerên DYA’yê çûne Nîjeryayê da ku piştgiriya şêwirmendiyê û perwerdeyê bidin artêşê.

100 leşkerên DYA’yê gihaştin Nîjeryayê
17 sibat, 2026   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Nîjeryayê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin 100 leşkerên artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tevî alavên xwe gihaştin balafirgeh Bauchî.

Li gorî daxuyaniya artêşê, hatina leşkerên DYA’yê di çarçoveya bersivdayîna banga fermî ya hikumeta federal de pêk hat da ku perwerdeya leşkerî û desteka teknîk pêşkêş bikin û agahiyên îstîxbaratî bi hêzên Nîjeryayê re parve bike.

Li Nîjeryayê êrişên DAIŞ’ê, pevçûn, tundî û revandina bi armanca fidyeyê dewam dikin.

DYA’yê demek berê rexne li hikumeta Nîjeryayê kiribû ku nikare tundiyê kontrol bike û di 25’ê Kanûna 2025’an de bi hemahengiya hikumeta Nîjeryayê operasyoneke hewayî li eyaleta Sokoto li dijî DAIŞ’ê pêk anîbû.

(bb)