Li Sûriyeyê xwepêşandan berfereh dibin

Li gundewarên Şamê, bakûr û rojhilatê Sûriyeyê gel û bi taybet karker ji ber rewşa aborî û bihabûna kelûpelan derdikevin xwepêşandanan.

Li Sûriyeyê xwepêşandan berfereh dibin
9 hezîran, 2026   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek herêmên Sûriyeyê gel ji ber rewşa xwe ya aborî derdikevin xwepêşandanan. Li gundewarên Şamê karkerên şirketa `Zenûbya` ya seramîkan protesto kirin û nema xebitîn. Ew dixwazin ku şert û mercên ew tê de kar dikin baş bibin û mûçyên wan zêde bikin.

Her wiha li bajarê El Keswa ya gundewarên Şamê karkerên kargeha `Medar` derketin xwepêşandanê û xwestin ku mûçeyên wan zêde bikin. Karkeran anîn ziman ku mûçeyên wan nema têrî wan dikin û nikarin debara jiyana xwe bikin.

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê şêniyên bajarokên Til Berak, Hol û Şedadê yên girêdayî Hesekê û şêniyên parêzgeha Reqayê derketin xwepêşandanê. Di xwepêşandanan de xwestin ku pêdiviyên wan ên xizmetguzariyê pêk bînin û pirsgirêka wan a aborî çareser bikin.

(np)

ANHA