Hêzên NY`ê serdana Deraa û gundewarê Şamê kir

Şandeyek ji Hêza Çavdêriya Veqetînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) serdana başûrê Sûriyeyê kir.

Hêzên NY`ê serdana Deraa û gundewarê Şamê kir
9 hezîran, 2026   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên UNDOF`ê îro bi rêveberê herêma El Sanameyn li Parêzgeha Deraayê re civînek hevrêziyê li dar xistin û mekanîzmayên xurtkirina hevkariyê û pêkanîna dewriyeyên NY`ê li çend gund û bajarokên herêmê gotûbêj kirin.

Şandeya NY`ê duh, roja Duşemê, serdana bajarokê Sa'sa' li Gundewarê Şamê kir da ku xizmet û şert û mercên jiyanê li wir binirxîne.

(k)