Li ser rêya Hums-Tartûsê 2 tankerên petrolê li hev ketin

Li ser rêya navneteweyî ya Hums-Tartûsê 2 tankerên petrol li hev ketin, di encamê petrol rijiya û trafîk qut bû.

Li ser rêya Hums-Tartûsê 2 tankerên petrolê li hev ketin
9 hezîran, 2026   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya navneteweyî ya Hums-Tartûsê qezayeke trafîkê qewimî, 2 tankerên petrol li hev ketin û di encamê petrol rijiya û trafîka çûn û hatinê sekinî.

Li gorî şahidan û ajokaran trafîka li ser rê pir kêm bûye û çend ajokar neçar mane ku rawestin an rêyên xwe biguherînin.