Li Sûriyeyê erebe biha bûne

Sûriyeyî li beramberî biryara baca gumrikê ya hevseng ne razî ne gotin ku projeya guhertina erebeyên kevn zehmet e ku di van şert û mercan de pêk were.

Li Sûriyeyê erebe biha bûne
8 hezîran, 2026   07:05
ŞAM

Serokê hikimeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri roja duşemê (18 Gulan 2026) biryarnameya 110 ˊan a sala 2026`an derxist. Fermî navê baca gumrikê ya hevseng lê kirin. Roja 1`ê Hizîrana 2026`an ev biryarname partîkî bû.

Li gorî agahiyên nûçegîhanê me û daxuyaniyên Rêveberiya Veguhastinê ya Şamê, wezaretê di plansaziyên xwe yên demkurt ên sala 2026-2028ˊan de dê dest bi projeya guhertina wesayîtên kevn bike. Ev projeya guhertina wesayîtên kevn ji bo taksî û kamyonan jî derbasdar e.

Çavdêran got ku di dema borî de li bazara Sûriyeyê gelek wesayetên kevn ên berê hatine bikaranîn hebûn. Ev wesayît pirsgirêkên wan ên sîstema elektronîk derdikevin û çêkirina wan jî biha ye.

Her wiha çavdêr dibêjin di wextê ku behsa projeya guhertina wesayetên kevn dikin de bi hejmarekî mezin wesayîtên kevn û berê hatine bikaranîn derbasî Sûriyeyê dikin. Li deriyê bakur ê bajarê Şamê firoşgehên erebeyan hene û li taxa Qabûn a Şamê erebe difroşin.

Bazirganê erebeyan Ehmed Safî der barê vê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: "Piştî biryarnameya baca gumrikê ya hevseng tevger li bazara erebeyan cemidî ye. Gelek hemwelatî sekinî ne û rewşa bazarê dişopînin. Buhayê erebeyên berê hatine bikaranîn û bi taybet modêla Koreyî bûye 2 hezar dolar, erebeya modêla Kia Rio berê buhayê wê 4 hezar û 500 bû niha bûye derdora 6 hezar dolar. Erebeyên modêlên wan nû ye buhayê wan jî zêde bûye. Erebeyên ku buhayê wan 20 hezar dolarî ye niha bûye zêdetirî 22 hezar dolar. Cureyên erebeyan ên buhayê wan 12 hezar dolare niha bûye 13 hezar û 500."

Li ser projeya guhertina erebeyan jî bazirgan Husam Berniyê wiha axivî: "Projeya guhertina erebeyên kevn dibe ku bi ser nekeve. Mînak buhayê kamyonên kevn bi 30 hezar dolarî ye lê belê buhayê kamyonên nû derdora 150 hezar dolarî ye. Heke bi welatiyan re nebin alîkar zehmet e ku ev proje bi ser bikeve."

Li gorî agahiyên ku nûçegîhanê me ji Wezareta Veguheztinê girtine par 900 hezar erebeyên nû hatine qeydkirin.

Şopîner dibêjin pirsgirêkên bazarê bi baca gumrikê ya hevseng ve girêdayî ne û ev biyarname bû sedema erebe hîn zêdetir biha bibin. 3-4 hezar dolar li buhayê erebeyan zêde bûye.

Mamosteyê Fakûlteya Aborî Basim Ehmed anî ziman ku ji ber şert û mercên heyî zehmet e ku di van her du salan de projeya guhertina erebeyan pêk were. Mîna berê alîkarî bi Sûriyeyê re nakin û mekanîzmayên veberhênanê nînin.

Mamosteyê zanîngehê anî ziman ku li ser projeya guhertinê nîqaş dikin û dipirsin gelo çi qasî derfet heye ku erebeyên kevn bînin Sûriyeyê û di polîtîka aborî û rêxistinî ya Wezareta Veguheztinê dê çi li pêş be.

Çavdêran got ku berî ev biryarnameya 110 derbikeve hinek bazirganan bi miqdarekî mezin erebe derbasî Sûriyeyê kirine û piştî ev biryar derket wan gelekî sûd wergirtin. Serê her erebeyekê hezar û 500 an 2 hezar û 500 dolar zêde bûye.

Piştî ku rejîma Baas hilweşiya gelek erebeyên modêla nû derbasî bazarên Sûriyeyê bûn. Hinek ji van erebeyan ên saziyên hikûmetê ne û hinek erebeyên ku bi taybet ji Idlibê hatine zêde bûne. Di dema borî de li bazarên Sûriyeyê hejmara erebeyan zêde bibû.

(np)

ANHA