Qamişlo bersiva pişaftinê bi pirzimaniyê dide

Di demeke ku navên Kurdî yên li ser saziyên fermî tên rakirin an jî redkirin de, xwediyên kargeh û dikanên li bajarê Qamişlo, tabloyên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî dadîtinin.

Qamişlo bersiva pişaftinê bi pirzimaniyê dide
Qamişlo bersiva pişaftinê bi pirzimaniyê dide
Qamişlo bersiva pişaftinê bi pirzimaniyê dide
Qamişlo bersiva pişaftinê bi pirzimaniyê dide
Qamişlo bersiva pişaftinê bi pirzimaniyê dide
8 hezîran, 2026   04:25
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Li herêmên ku 12 salan wekî Herêma Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hatin birêvebirin, zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî wekî zimanê fermî hatin qebûlkirin. Hemû biryar, yasa û belgeyên fermi bi zimanên fermi hatin amadekirin. 

Li gorî vê rewşa azadî û serbestiyê di jiyana rojane, qadên aborî û çandî de jî pirzimanî pêş ket. Li sukên bajaran navên piraniya kargeh û dikanan pirzimanî hatin danîn.

Di peymana 29’ê Çileyê ya navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê de hat îmzekirin de jî, hatiye diyarkirin ku dê xweseriya herêmê li ber çavan were girtin.

Piştî ku tabloya avahiya edaletê ya Hesekê ya bi zimanê Erebî û Kurdî hat danîn, pirzimanî û bi taybet zimanê Kurdî zêdetir ket rojevê.

Li gel nerazîbûn û çalakiyên gel, xwediyên dikan û kargehan jî di zimanê Kurdî û pirzimaniyê de israr dikin.

Li kolanên bajarê Qamişlo gelek kargeh û dikan tabloyên pir zimanî danîne. Welatiyên ku navên kargehên xwe bi Kurdî, Erebî û Suryanî danine, ziman wekî hêmanek sereke yê hebûnê binav dikin.

Salih Mihyedîn Kiştî şêniyek Kurd e, benzînxaneya wî ya bi navê Mîdya, bi sê zimanan hatiye nivîsandin. Salih dibêje ku wî ji ber girêdana xwe ya bi zimanê dayikê re, navê kargehê bi Kurdî daniye, lê pêkhateyên Ereb û Suryan jî hene, lewma zimanê wan li ser tabeleya danesîna benzînxaneya xwe daniye.

Salih Kiştî got: “Ne tenê ez, xwesteka min ew e ku xelk tev de wiha deynin. Zimanê me li ser her tiştî ye. Ez însanekî Kurd im, heke bi zimanê xwe neaxivim, Kurdbûna min ji çi re ma!”

(a)

ANHA