Şêniyên Tebqayê: Rêveberiya Xweser nimûneya pratîkî ya yekitiya gelan e

Şêniyên kantona Tebqayê diyar kir ku Rêveberiya Xweser ku bi berdêlên giran pêş ketiye, nimûneya pratîkî ya yekitiya gelan pêşkêş dike. Şêniyan xwestin ku ev nimûne li gelemperiya Sûriyeyê were pêkanîn.

Şêniyên Tebqayê: Rêveberiya Xweser nimûneya pratîkî ya yekitiya gelan e
Şêniyên Tebqayê: Rêveberiya Xweser nimûneya pratîkî ya yekitiya gelan e
Şêniyên Tebqayê: Rêveberiya Xweser nimûneya pratîkî ya yekitiya gelan e
Şêniyên Tebqayê: Rêveberiya Xweser nimûneya pratîkî ya yekitiya gelan e
5 îlon, 2025   05:10
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Şêniyên kantona Tebqayê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya nirxên jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de pêş xistin û xwestin ku modela Rêveberiya Xweser li gelemperiya Sûriyeyê were pratîzekirin.

Şêniyê bi navê Ebdulkerîm Ehmed anî ziman ku şêniyên herêmê rewşeke jiyana hevbeş dijîn ku berê nehatiye jiyîn û got, ezmûna Rêveberiya Xweser cudahîyên di navbera pêkhateyan de ji holê rakir û têgeha neteweyek demokratîk sepand.

Ebdulkerîm Ehmed diyar kir ku bi saya berdêlên mezin ên ku di rêya pêşxistina aştiya navxweyî hatine dayîn de wan ji destpêkirina pêvajoya rizgariyê ve tu gotinên sorkirinê yan jî bangên nefretê nebihîstine.

Ehmed di dewama axaftina xwe de anî ziman ku gotinên kîndarî û mezhebperestiyê ku li hin herêmên Sûriyeyê wekî perav û Siwêdayê derdikevin hewldaneke aşkerayî ji bo derxistina fitneyan e.

Şêniyê bi navê Yasir El Cuma jî pirrengiya civakê wekî hêza gel pênase kir û got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirrengiyeke rasteqîn dijîn. Ya ku em kirine ne ol, ne mezheb û ne jî ziman e, lê belê hezkirina welat e. Rêveberiya Xweser modeleke pratîkî ya yekitiya gelan pêşkêş dike. Di şerên rizgarkirinê de xwîna gelê Reqayê tev li xwîna gelê Kobanê û Dêrazorê bû. Ev jî îsbata yekitiya çarenûsê ye."

Yasir El Cuma îşaret bi vê yekê kir ku hewldanên derxistina fitneyan têk çûn, her wiha modela Rêveberiya Xweser wekî rêya herî guncaw a avakirina welatekî ewle dûrî fitine û kîndariyê pênse kir.

Şêniya bi navê Edla El Ekeş jî da zanîn ku Rêveberiya Xweser cih û mafên jinan da wan ku bi sedên salan hatibûn çewisandin.

Edla got: "Îro sekna jinan sekna aştiyê ye. Bi saya Rêber Abdullah Ocalan jin rola xwe pêk tînin, bi azadî nêrîna xwe tînin ziman û temsîla wan di hemû saziyên rêveberiyê de adilane ye."

Edla El Ekeş di dawiya axaftina xwe de xwest ku modela Rêveberiya Xweser li gelemperiya Sûriyeyê were pêkanîn û got, rêveberiyê serketina xwe di pêşxistina aştî û hevgirtina civakî de îsbat kir.

(bb)

ANHA