Di bombebaranên Hindistan û Pakistanê de kuştî û birîndar
Piştî ku şevê din Hindistanê bajarê Muzefar Abad yê Pakistanê bombebaran kir, Pakistanê jî bi muşekan baregehek leşkerî ya Hindistanê bombebaran kir. Pakistanê ragihand ku 2 balafirên şer û balafirek bê mirov yên Hindistanê xistine xwar.

Li gor medyaya cîhanî, piştî ku Hindistanê bajarê Muzefar Abad yê Pakistanê bombebaran kir, Pakistanê jî bi muşekan bersiv da û baregehek leşkerî ya Hindistanê bombebaran kir.
Her wiha hat gotin di encama êrişa Hindistanê de 15 kes mirin û 55 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Parastinê ya Pakistanê jî ragihand ku wan 2 balafirên şer û balafirek bê mirov yên Hindistanê xistine xwarê.
Duh Konseya Ewlehiyê ya NY’ê li ser daxwaza Pakistanê civiyabû û daxwaz ji her du welatan kiribû ku aloziyên heyî bisekinînin û xwe ji êrişên leşkerî dûr bigrin.
Aloziya dawî ya navbera Hindistan û Pakistanê piştî êrişa çekdarî ya di 22’yê Nîsana îsal de li Keşmîrê pêkhat ku di encamê de 26 geştiyar hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn xwe da der. Piraniya geştiyarên hatin kuştin Hindî bûn, Hindistan dibêje ku destê Pakistanê di pişt êrişê de heye, Pakistan jî red dike û dibêje ti peywendiyek wan bi êrişê re nîne.