Li Sûdanê 9 kes ji ber teqîna mayinekê mirin

Li bajarê Kerdevan ê Sûdanê di encama teqîna mayinekê bi erebeyekê de, 3 jê zarok, 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Sûdanê 9 kes ji ber teqîna mayinekê mirin
23 sibat, 2026   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên bijîşkî û şahidan, duh li ser rêya eyaleta başûrê Kerdevanê mayineke li dijî tankan bi erebeyekê de teqiya. Di encamê de 3 jê zarok, 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyekî di Nexweşxaneya Ebasiye de da zanîn ku dema qurbanî di rê re derbas dibûn, mayin bi wan de teqiya. Şahidekî ji AFP’ê re diyar kir ku dengê teqîneke mezin hat û erebe bû xwelî.

Ji Nîsana 2023’yan ve di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de şer rû dide. Di encamê de bi milyonan kes bê war man û krîzeke mezin a mirovî çêbûye.

(bb)