Ewlehiya avê ya Sûriyeyê rojeva rojnameyan e

Rojnameyan nivîsî ku Sûriye di mijara ewlehiya avê de ketiye qonaxeke krîtîk. Her wiha li ser Konseya Aştiyê û ji nû ve avakirina Xezayê gotûbêj berdewam dikin, di heman demê de dan û standinên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de dewam dikin.

Ewlehiya avê ya Sûriyeyê rojeva rojnameyan e
23 sibat, 2026   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, li ser xetereyên têkildarî ewlehiya avê li Sûriyeyê, li gel gotûbêjên li ser Konseya Aştiyê ji bo jinûveavakirina Xezayê û siberoja dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de.

‘ÇAVKANIYÊN AVÊ YÊN SÛRIYEYÊ NE LI SÛRIYEYÊ NE; SALÊN TÎBÛNÊ WÊ BÊN!’

Rojnameya Lubnanê El Exbar behsa pirsgirêkên Sûriyeyê yên der barê çavkaniyên avê de kir û destnîşan kir ku welat ber bi xetereyên rastîn ve diçe.

Rojnameyê nivîsî ku beşeke girîng a çavkaniyên avê yên Sûriyeyê ji derveyî sînorên wê, bi taybetî ji Tirkiye, Filistîna dagirkirî û Lubnanê, tê ku ev yek dihêle pirsgirêka avê bibe mijara bazarên siyasî.

Rojnameyê bal kişand ser bandora kontrola Tirkiyeyê li ser herikîna çemên Firat û Dîcle, her wiha fikarên têkildarî çavkaniyên avê li başûrê Sûriyeyê, ji ber kontrola Îsraîlê li ser deverên stratejîk ên wekî Girên Golan û Çiyayê El Şêx.

Rojnameyê wiha nivîsî: "Cîhanê dît çawa Misir û Etiyopya li ser Bendava El Nehda nêzîkî şerekî bûbûn û çawa ev mijar veguherî mijareke ewlehiya neteweyî ku hewceyî navbeynkariya navneteweyî ye. Lê berevajî vê, ewlehiya avê ya Sûriyeyê ne ji aliyê rejîma berê û ne jî ya niha ve hatiye guhpêdan, tevî ku ew yek ji faktorên herî girîng ên aramiya welêt e.”

KONSEYA AŞTIYÊ Û FILISTÎNÎ

Rojnameya El Xelîc li ser beşdariya Îmaratên Yekbûyî yên Erebî ya di civîna destpêkê ya Konseya Aştiyê ya li Washingtonê de ku ji bo jinûveavakirina Xezayê hatibû veqetandin, nivîsî.

Rojnameyê destnîşan kir ku Îmarat beşdariyên darayî û mirovî yên girîng dane da ku piştgiriyê bidin filistîniyan li Xezayê, di heman demê de diyar kir ku pêdivî ye ku qada konseyê berfireh bibe da ku Şerîaya Rojava jî bigire nava xwe.

‘DENGÊ ŞER JI DENGÊ DAN Û STANDINÊ BILINDTIR E’

Rojnameya El Nehar ragihand ku danûstandinên berdewam ên di navbera DYA`ê û Îranê de di qonaxek pir aloz de ne, û li ser îhtîmala gihîştina rêkeftinekê an jî pevçûna leşkerî gelek nirxandin tên kirin.

Rojnameyê behsa israra Tehranê li ser mafê xwe yê dewlemendkirina uranyûmê kir, li aleiyê din jî rêveberiya Trump derbarê bernameyên nukleerî û mûşekên Îranê û bandora wê ya herêmî helwestên hişk nîşan da. Rojnameyê destnîşan kir ku bêbawriya di navbera her du aliyan de hîn jî mezin e, û dibe ku lihevhatin têrê neke ku rageşiyên kûr ji holê rake.

(k)