Li Stenbolê lehî rabû 2 mirin

Li gorî daneyên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li gelek navçeyên Stenbolê serê qeremetreyê 242 kîlo baran barî ku ev piştî sala 1985an barana herî zêde ye. Bi baranê re Stenbolê 2 kes jiyana xwe ji dest da, bi hezaran avahî di bin avê de man, bi kar anîna motorbiskêlatan hate qedexekirin û hat gotin eger ji neçarî nebe bila kes ji malên xwe dernekeve. 

Li Stenbolê lehî rabû 2 mirin
15 cotmeh, 2026   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji Duh ve li Stenbolê bênavber baran dibare. Bi sedema baranê li gelek navçeyên Stenbolê lehî rabû. Ji ber ku li bajêr şînahî gelek kêm e û binesaziya bajêr ne xurt e hema bêje tevahî bajar di bin avê de ma. Ji ber ku ax nikare ava baranê bigire, av kom dibe û lehî radibe. Navenda Koordînasyona Karesatê (AKOM) diyar kir ku sibe li tevahî bajêr baranekî zêde bibare.

Bi sedema lehiyê li Parka Çukurbostanê ya li taxa Balatê ya navçeya Fatîh a Stenbolê zarokek 14 salî ji ber ku pê li çala ku av tije bûbû û ceyran pê pet jiyana xwe ji dest da. Li Taxa Ayazagaya navçeya Sariyerê kesek ket nav ava lêhiyê fetisî. Gelek welatî jî ji ber ava lehiyê birîndar bûn. Lê ji ber ku rê girtî bûn, welatî nekarin biçin li nexweşxaneyan û li malên xwe hatin dermankirin.