Rêber Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina projeyê hûn jî dikarin gelek tiştan bikin

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya ku ji bo Konferansa Kurd a 20`emîn li Parlamenta Ewropayê peyamek da, di peyamê ev yek anî ziman “Serketina projeya Aştî û Civaka Demokratîk ku me pêşniyar kiriye, wê aştî, aramî û demokratîkbûnê bîne Rojhilata Navîn. Ji bo serketina vê yekê hûn jî dikarin gelek tiştan bikin”

Rêber Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina projeyê hûn jî dikarin gelek tiştan bikin
15 cotmeh, 2026   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan ev peyam da Konferansa Kurd a 20'emîn li Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin de.

“Ez beşdar û amadekarên konferansa we ya 20'emîn silav dikim ku bi navê 'Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd' tê lidarxistin.

Bêguman we karekî gelekî hêja kir û dikin, lewma ez malavayiya we dikim û hurmetên xwe pêşkêş dikim. Di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî ez anîn Îmraliyê. Bi bandora Gladioya NATO'yê ez niha li vê derê me. Di vê mijarê de ez ê xwe ji rexnekirinê nedim alî. Ji bo min gotibûn, 'Li Ewropayê bihostek xak nîne ku tu pê lê bike'. Ev komplo, dek û dolab bêyî gelê Ewropayê, ji wan veşartî hate kirin. Bi feraseta Gladioyê hate kirin. Bêguman hûn li dijî vê rewşê têdikoşin. Ji bo vê hûn kar dikin.

Yekîtiya Ewropa ku wê wextê kete nava nêzîkatiyeke bi vî rengî, divê di serdema heyî de li gorî hiqûqa xwe tevbigere. Hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelekî girîng e ku bi çêkerî rabe. Rêya esasî ya têkoşîna li dijî meyla otorîtebûyîn û rastgiriya tund ku li Ewropayê bilind dibe, xwedîderketina li nirxên demokratîk a bi rengekî rast e.

Bi taybetî di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de piştgiriya ku bi karên siyasî û sivîl ên weke Konferansa we tê dayin, piştgiriya ji bo aştî û demokrasiyê ye. Li gel vê yekê karên ku hûn dikin û konferansa we divê hîn mayinde be. Pêwîstî bi gavên nû heye. Karekî enternasyonal divê. Karê enternasyonal di asteke welê de girîng e ku danheviyên demokratîk ên herêmên me û gelên me dikare bigihîne hev û paradîgmayeke nû ya demokrasî û sosyalîzmê bide destpêkirin.

Karên ku em li Tirkiyeyê dikin hêja û girîng e. Li şûna şer, qirkirin û cihêkirinê, ji bo çareseriyen hiqûqî, wekhev û siyasî ji pirsgirêkên civakî re bê dîtin me pêvajoyeke cidî da destpêkirin. Hûn dikarin van meseleyan li konferansa xwe jî nîqaş bikin. Niha pirsên mezin hene. Lê belê li gel van pirsan jî em modeleke gelekî berfireh ji bo çareseriyê pêşkêş dikin. Ev kar ji bo Ewropaye jî ji bo Rojhilata Navîn jî gaveke dîrokî ye. Serketina projeya Aştî û Civaka Demokratîk a ku me pêşniyar kiriye, wê karibe aştî, aramî û demokratîkbûnê bîne Rojhilata Navîn. Ji bo serketina vê yekê hûn jî dikarin gelek tiştan bikin. Ez pê bawer im ku hûn dost û hevrêyên hêja; hûn ê vê rewşê hîn berfireh û belav bikin.

Ez careke din pêkhateyên konferansa we pîroz dikim, silav dikim û hurmetên xwe pêşkêş dikim.

Abdullah Ocalan

Îmrali

9'ê Cotmeha 2026”