KJAR: Komara Îslamî ya Îranê berpirsyarê jiyana Werîşe Muradî ye

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), cezayê darvekirinê ya cara duyemîn li Werîşe Mûradî hatiye birîn şermezar kir û ragihand ku pergala dadwerî û saziyên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê, rasterast ji ewlehî, tenduristiya fîzîkî û derûnî ya Werîşe Muradî berpirsiyar e

KJAR: Komara Îslamî ya Îranê berpirsyarê jiyana Werîşe Muradî ye
15 cotmeh, 2026   11:50
NAVNEDA NÛÇEYAN

Têkildarî dayîna şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşger a Tehranê bi serokatiya Ebulqasim Selavatî, careke din bi sûcdariya “Endamtiya komeke çekdar a serhildêr” cezayê darvekirinê da Werîşe Muradî, Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) daxuyaniyek da. Di daxuyaniya xwe de ji nû ve sepandina cezayê darvekirinê ya li dijî çalakvana siyasî ya Kurd û Endama KJAR’ê Werîşe Muradî, şermezar kir.

KJAR`ê pergala dadwerî û saziyên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê rasterast ji jiyan û ewlehiya Werîşe Muradî berpirsiyar dît.

PERGALA DADWERIYA ÎRANÊ BERPIRSYARÊ JIYAN Û TENDURISTIYA WERÎŞE MURADÎ YE

KJAR`ê di daxuyaniya xwe de ji nû ve sepandina cezayê darvekirinê wekî kiryareke tolhildanê ku li dijî têkoşîna jinên azadîxwaz û tevgera şoreşgerî ya “Jin, Jiyan, Azadî” hatiye dayîn, bi nav kir. Komeleyê diyar kir ku Werîşe Muradî di nava zêdetirî sê salên girtîbûna xwe de rastî êşkenceya fîzîkî, derûnî hatiye û mafê wê yên gihîştina dermankirina bijîşkî û têkiliya bi malbata xwe re jê hatiye standin.

KJAR`ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku pergala dadwerî û saziyên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê, rasterast ji jiyan, tenduristiya fîzîkî û derûniya Werîşe Muradî berpirsiyar e.

BANGA BIDAWÎKIRINA CEZAYÊ DARVEKIRINÊ

KJAR’ê bang li saziyên navneteweyî yên mafên mirovan, rêxistinên jinan û derdorên azadîxwaz kir ku ji bo betalkirina bilez a van cezayên darvekirinê û serbest berdana bê şert û merc a Werîşe Muradî û girtiyên din ên siyasî yên ku bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne, bikevin nava liv û tevgerê.

Werîşe Muradî di Tebaxa 2023’an de hate binçavkirin. Cezayê darvekirinê ya li dijî wê, cara yekemîn di Mijdara 2024’an de hate dayîn. Piştî ku Dadgeha Bilind cezayê darvekirinê betal kir, doz ji bo ji nû ve darizandinê ji Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşgerî ya Tehranê re hat şandin. Li gorî nûçeyan hate destnîşan kirin ku lêkolînên ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibûn xwestin, qet nehatine kirin. Ji nû ve ferzkirina vî cezayî, der barê gelo pêvajoya darizandinê li gorî rêkarên yasayî yên pêwîst hatine şopandin an na de pirsên cidî derdixe holê.