Li Cinêvê hevdîtinên nû yên Rûsya û Ukraynayê

Ukrayna û Rûsya dê li Cinêvê di bin çavdêriya DYA’yê de hevdîtinan bikin.

Li Cinêvê hevdîtinên nû yên Rûsya û Ukraynayê
17 sibat, 2026   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê û Rûsyayê îro (sêşemê) û sibe (çarşemê) dê li Cinêvê hevdîtin di bin çavdêriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de bikin. Di hevdîtinan de dê li ser dosyaya erdan a ku li ser wê li hev nakin, nîqaşê bikin.

Zexta serokê DYA’yê Donald Trump li ser Ukraynayê û Rûsyayê ji bo şer bisekine, didomin. Her wiha serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky tîne ziman ku zexteke mezin li wan tê kirin, ji bo tawîzên mezin bidin. Ji sala 1945`an ve li Ewropayê şerê herî mezin ê Rûsya û Ukraynayê ye.

Rûsya ji Ukraynayê dixwaze ku ji sedî 20 dev ji axa herêma Donestk a dikeve rojhilatê Ukraynayê berde. Kîev jî vê yekê qebûl nake û red dike.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov diyar kir ku ew ê di hevdîtinan de li ser pirsgirêkên sereke, di serî de mijara erdan û daxwazên Rûsyayê yên girêdayî wê nîqaş bikin.

Berî niha li Ebû Dabiyê 2 caran hevdîtin di navbera Ukraynayê û Rûsyayê çêbûn. Her du aliyan jî ev hevdîtin erênî nirxand lê belê pratîkî tu gav nehatin avêtin.