Li Somaliyê 40 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin 

Rayedarên Somaliyê ragihand ku di operasyoneke li bakurê welat de 40 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

Li Somaliyê 40 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin 
6 sibat, 2025   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Somaliyê ragihand ku 40 çeteyên DAIŞ’ê di operasyoneke leşkerî de li eyaleta Puntland a li çiyayên El Meskad a li parêzgeha Barî ya li bakurê rojhilatê Somaliyê, hatine kuştin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Somaliyê (SONNA), piraniya kesên ku di operasyona leşkerî de hatine kuştin, çekdarên biyanî yên di nava refên çeteyên DAIŞ'ê de ne. Ajansê diyar kir ku hêzên Somaliyê devera operasyonê bi temamî kontrol kiriye.

Polîsên Somaliyê jî duh 2 serçeteyên DAIŞ’ê girtibûn.

(bb)