Li Siwêdayê xwepêşandan

Şêniyên Siwêdayê bi xwepêşandanekê daxwaza rizgarkirina revandiyan, bidawîkirina binpêkirinên li dijî şêniyan, mafê diyarkirina çarenûsê û parastina sivîlan kirin.

Li Siwêdayê xwepêşandan
6 îlon, 2025   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên bajarê Siwêdayê îro li qada El Kerama ya bajarê  xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandêran wêneyên kesên hatine revandin hildan û pankarên bi nivîsên daxwaza rizgarkirina revandiyan û mafên şêniyan ê diyarkirina çarenûsê vekirin.

Xwepêşandêran diyar kirin ku ew bi mafê xwe yê jiyaneke ewle û bi rûmet li ser erdê xwe ve girêdayî ne. Her wiha destnîşan kirin ku daxwazên wan mafekî medenî û siyasî yên rewa ne.  Xwepêşandêran bang li aliyên têkildar kirin ku daxwazên wan bi cih bînin û ji bo parastina sivîlan û mîsogerkirina mafên wan bixebitin.

Şêniyên bajar û gundewarê Siwêdayê di xwepêşandana 27’ê Tebaxê de, daxwaza vekişandina hêzên hikumeta veguhêz  kirin û diyar kirin ku ev  hêz sûcên kuştin, koçberkirin û şewitandina milkan dikin.  Xwepêşandêran  dane zanîn ku armanca sûcan çewisandina nasnameya niştecihan û şikandina îradeya wan e.

(bb)