Du şehîd bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin

Şêniyên Kantona Firatê bi merasîmeke biheybet şehîd Fewzî û Bozan oxir kirin.

6 îlon, 2025   14:07
KOBANÊ

Şervanên QSD’ê Fewzî (Mistefa Teharo) ê ku 5`ê Îlona 2025`an li Bendava Tişrînê di encama qezaya perwerdeyê de û Boran (Bozan Fewaz Beko) ê ku 2ˊê Îlona 2025ˊan di encama qezaya leşkerî li Reqayê şehîd bûbûn bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha şehîd Dicle hatin oxirkirin. Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl sersaxî ji malbata her du şehîdan re xweset û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Sara Xelîl diyar kir ku şervanên azadiyê di rêya azadî û demokrasiyê de têkoşîn kir û wiha got: "Şehîdên me hebûn û nasnameya me ne. Em ê her tim ji bo şehîdên xwe asta têkoşînê li hember dijmin bilindtir bikin û heta serkeftinê li ber xwe bidin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya bajarê Kobanê Mihemed Oso anî ziman ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û wiha domand: "Şehîdên me ji bo gelê xwe bedelên herî giran dan û carê xwe feda kirin. Em ê jî ji bo parastina gelê xwe şopdarên xeta şehîdên xwe bin. Em ê her tim têkoşînê bikin û ala şehîdên xwe li ba bikin."

Piştî axaftinan nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Cenazeyên şehîd Fewzî û Bozan bi tilîliyên dayikan û bi dirûşmên "Şehîd namirin" spartin axê.

(sş/bb)

ANHA