Li Siwêdayê rewşa dawî

Wezareta Hundirîn a Hikumeta Veguhêz a Suriyeyê diyar kir ku hêzên wan derbasî bajarê Siweydayê bûne û rewşa awarte hatiye îlankirin. Serokatiya Ruhanî ya Civaka Muslimanên Miwehidîn (Durzî) banga rawestandina xwînrijandinê kir.

Li Siwêdayê rewşa dawî
15 tîrmeh, 2025   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Siweydayê ya Suriyeyê pevçûn û aloziyên çend rojên dawî ku zêdetirî 250 kes hatin kuştin û birîndar bûn, derbasî qonaxek nû bû.

Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Veguhêz ragihand ku hêzên wan ketine bajar û rewşa awarte hatiye îlankirin.

Kesê bi navê Ehmed El Dalatî ku Hikûmeta Veguhêz ew wekî Fermandarê Ewlehiya Hundirîn a parêzgeha Siwêdayê erkdar kiriye jî îdîa kir ku hêzên wan ji bo aramiyê  û parastina sivîlan ketine bajar û got ji saet 08.00’an ve qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Serokatiya Ruhanî ya Durziyan jî têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku ew derbasbûna hêzên wezaretên hundirîn a Siweydayê erê dikin. Di daxuyaniyê de bang li hemû hêzên çekdar hat kirin ku bi hikûmetê re hevkar bin, çekên xwe radest bikin.

Serokatiyê banga vekirina diyaloga yekser a bi hikumeta veguhêz re kir da ku rêya rijandina xwînê bê girtin.

(fr)