Li Siwêdayê pevçûnên demkurt 

Li gundewarê rojavayê Siwêdayê piştî pevçûnên şevê din, niha bêdengî serwer e, car caran şerên demkurt derdikevin.

Li Siwêdayê pevçûnên demkurt 
18 mijdar, 2025   10:44
SIWÊDA

Duh bi şev li gundê Necranê yê rojavayê Siwêdayê şer di navbera hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û hêzên Parêzvanên Nîştimanîn yên Siwêdayê de derket. Di şer de çekên giran û navîn hatin bikaranîn.

Nûçegihanê me ji Siwêdayê ragihand ku ji vê sibehê ve bêdengî serwer e û car caran pevçûnên demkurt çêdibin. Her wiha da zanîn ku windahiyên mirovî çênebûne, lê zerarên madî çêbûn.

Di 2 rojên dawîn de hêzên hikumeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wê êrişî gundên bakur û rojhilat û bajarê Siwêdayê kirin û ji çend aliyan hewl dan bikevin bajarokê Mecdel.

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî wê demê ragihand ku wan berisva hewldanan dan û zerar gihandina êrişkaran.

(bb)