Li Siwêdayê di êrişa hêzên hikumeta veguhêz de kesek hat kuştin

Li Siwêdayê di êrişeke hewayî ya hêzên hikumeta veguhêz de şêniyek hat kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Li Siwêdayê di êrişa hêzên hikumeta veguhêz de kesek hat kuştin
9 cotmeh, 2025   10:15
SIWÊDA

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê  berbanga îro bi dronekê derdora rêya Welga ya li rojavayê Siwêdayê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de ciwanê bi navê Rebîh Hîlal Murşid hat qetilkirin û 7 kes birîndar bûn.

Çavkaniyekî  ji nexweşxaneya Siwêdayê ragihand ku Murşid bi giranî birîndar bûbû û veguhastin beşa çavdêriyê, lê Tevî hewldanan jî jiyana xwe ji dest da.

Heman çavkanî diyar kir ku 7 birîndarên din piştî hatin dermankirin veguhastin gundê Sela.

Duh derengî şevê li rojavayê bajarokê Welgayê şerekî giran di navbera Hêzên Parastina Siwêdayê û hêzên hikumeta veguhêz de rû da. Li gelek taxên bajar dengê teqîn û guleyan hat bihîstin.

(bb)

ANHA