Bi rêbaza ‘çandiya bi hev re’ jin dahata xwe zêdetir dikin

Jinên ji Dêrazorê bi rêbaza ‘çandiniya bi hev re’ dahata xwe zêdetir dikin. Rêjeya jinan di vê rêbaza çandiniyê de gihaştiye ji sedî 45’an û bi vê rêbazê berhemdariya herêmî bi pêş ketiye.

Bi rêbaza ‘çandiya bi hev re’ jin dahata xwe zêdetir dikin
Bi rêbaza ‘çandiya bi hev re’ jin dahata xwe zêdetir dikin
Bi rêbaza ‘çandiya bi hev re’ jin dahata xwe zêdetir dikin
Bi rêbaza ‘çandiya bi hev re’ jin dahata xwe zêdetir dikin
Bi rêbaza ‘çandiya bi hev re’ jin dahata xwe zêdetir dikin
Bi rêbaza ‘çandiya bi hev re’ jin dahata xwe zêdetir dikin
Bi rêbaza ‘çandiya bi hev re’ jin dahata xwe zêdetir dikin
9 cotmeh, 2025   10:27
DÊRAZOR
FATMA EL EBID

“Çandiniya bi hev re” cureyek nû ya çandiniyê ye. Di vê rêbaza çandiniyê de rêjeya semad û dermanên kîmyewî zêde ye. Di heman demê de ji ber berhemdariya zêde alav û sîstemeke taybet a berheman tê bikaranîn. Wekî din di heman zeviyê de berhemên cuda bi hev re têne çandin. 

Di vê rêbaza çandiniyê de li Dêrazorê rola jinan derdikeve holê. Ev rêbaza çandiniyê hêza berhemdariya cotkaran li kêleka danîna berhemên herêmî wekî genim û ceh, zêdetir dike. Li kantona Dêrazorê rêjeya xebatkarên jin ên di rêbaza çandiniyê de derketiya ji sedî 35-45’an. Ev dane ji Komîteya Aborî û Çandiniyê ya kantonê hatiye wergirtin.

Li gorî serjimariyan li kantonê 57 hezar û 938 donim bi rêbaza çandiniya bi hev re hatiye danîn. Ev jî dibe rêjeya ji sedî 20 a tevahî zeviyên çandiniyê yên li Dêrazorê. Jin jî bi rêjeyeke zêde di rêbaza çandiniyê de dixebitin.

Cotkara bi navê Meram El Selûm (40) ji bajaroka El Bûxatir, têkildarî rêbaza çandiniya bi hev re ev tişt  anî ziman: “Min ji 500 donim erdê xwe yê heyî, 200 donim bi rêbaza çandiniya bi hev re daniye. Çandinî ji bo me beşeke sereke ji çanda me ya nîştimanî ye. Bi rêya wê em pêdiviyên xwe yên rojane dabîn dikin.”

Meram El Selûm da zanîn ku ew hewl didin rêbaza çandiniya bi hev re ya pêşketî bi hêztir bikin û wiha dom kir: “Tevî derfetên me yên kêm jî em dixwazin rêbazên çandiniyê bi pêş bixin. Me beşek ji ezmûnên xwe ji pêşiyên xwe girtiye, lê em di nava hewldanan de ne pisporiya xwe zêdetir bikin.”

Jina bi navê Ferha El Xenam a ji bajaroka Xeranîc jî der barê heman mijarê de wiha axivî: “Min îsal dest bi rêbaza çandiniya bi hev re kir. Min garis û kuncî çandine. Destpêkê ji ber rewşa ziwabûnê û nebûna baranê min dudilî kir. Lê paşê me biryar da em li ser hêza ezmûna malbata xwe ya çandiniyê 150 doniman biçînin.”

Ferha El Xenam da zanîn ku çandinî ji bo wê ne tenê jêdera dabînkirina pêdiviyan e û wiha dom kir: “Ew rêbaza me ya jiyanê ye. Çandinî hêz û xwetêrkirinê bi me re çêdike.”

Ferha El Xenam destnîşan kir ku çandiniya bi hev re asoyeke nû li pêşiya wan vekir û ev tişt anî ziman: “Ez fêr bûme çawa berhemên xwe belav bikin. Bi vê yekê rêjeya sûdgirtinê ji sedî 60 zêdetir bûye. Bi rêbaza me ya berê rêjeya sûdgirtinê ji sedî 10 bû.”

(dc)

ANHA