Gerîlayê HPG’ê Helo Dêrsim li Dêrikê hat bibîrnaîn

Gerîlayê HPG’ê Helo Dêrasim (Keyhan Saedmucîşî)  yê 9’ê Mijdara 2024’an li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, li Dêrikê hat bibîranîn û sersaxî ji malbata wî re hat xwendin.

Gerîlayê HPG’ê Helo Dêrsim li Dêrikê hat bibîrnaîn
Gerîlayê HPG’ê Helo Dêrsim li Dêrikê hat bibîrnaîn
Gerîlayê HPG’ê Helo Dêrsim li Dêrikê hat bibîrnaîn
Gerîlayê HPG’ê Helo Dêrsim li Dêrikê hat bibîrnaîn
Gerîlayê HPG’ê Helo Dêrsim li Dêrikê hat bibîrnaîn
Gerîlayê HPG’ê Helo Dêrsim li Dêrikê hat bibîrnaîn
Gerîlayê HPG’ê Helo Dêrsim li Dêrikê hat bibîrnaîn
Gerîlayê HPG’ê Helo Dêrsim li Dêrikê hat bibîrnaîn
13 îlon, 2025   14:00
QAMIŞLO

Ji bo gerîlayê HPG’ê Helo Dêrasim (Keyhan Saedmucîşî)  yê 9’ê Mijdara 2024’an li herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû şehîd bibû, merasîmê sersaxiyê hat lidarxistin.

Merasîm li Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Şehîd Hogir a li bjarê Dêrikê hat lidarxistin. Ji Dêrikê, bajarên Girkê Legê û Çilaxa, tevî şandeyên saziyên leşkerî û sivîl ên kantona Cizîrê gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Sûad Mistefa axivî. Sûad bal kişand ser têkoşîna malbata şehîd Helo û got: "Malbata şehîd Helo ji malbatên welatparêz e ku ji di rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd de tê dikoşe û ji bo parastina nasname û çanda gelê Kurd berdêl dane."

Sûad Mistefa bi domdarî got: "Em di wê baweriyê de ne ku bi xwedîderketina li xeta şehîdan û pêkanîna xeyalên wê dê edalet û demokasî li Kurdistanê pêk werin."

Di merasîm de ji fermandarên QSD’ê Mihyedîn Xêrkê jî axivî û diyar kir ku "gelê Kurdistanê bi xwîna xwe sînor derbas kiriin, bi pêkhateyên din re ji bo azadiyê tê dikoşin û bi sedan şehîd di rêya tunekirina despotîmz û kapîtalîzmê de dane."

Xêrkê anî ziman ku malbata şehîd Helo Dêrsim sembola welatparêzî û têkoşînê ye.

Endamê PYD’ê Mihemed Ebdurehîm jî di kesayeta şehîd Helo Dêrsim de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û banga şopandina rêya wan kir.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Helo Dêrsim hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Dayika şehîd Helo, Nîştiman Peywend ku gerîla bû sala 2021’ê û xwişka wî Viyan Helo jî ku di nava heman hêzê de bû di sala 2024’an de şehîd bûne.

(bb)

ANHA