Li Silêmaniyê di êrişeke çekdarî de rojnamevek birîndar bû

Di encama êrişeke çekdarî de li bajarê Silêmaniyê rojnamevan Hêmin Mamend birîndar bû.

Li Silêmaniyê di êrişeke çekdarî de rojnamevek birîndar bû
2 îlon, 2025   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, kes yan kesên li ser motosîkletê, li taxa Eqarî Şar ya bajarê Silêmaniyê rojnamevan Hêmin Mamend gulebaran kir.

Hate zanîn ku di encama êrişê de du gule li rojnamevan Hêmin Mamend ketine û bi giranî birîndar bûye.

Li gorî heman ajansê piştî êrişê, êrişkar ji cihê bûyerê reviya ye.

Rojnamevan Hêmin Mamend niha li nexweşxaneyeke bajarê Silêmaniyê tê dermankirin.